Ji ber vekişîna ava Gola Wanê masîgir jî ketine nava tengasiyê

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Guherîna avûhewa bandoreke mezin li ser Gola Wanê kiriye û kêmbûna asta avê jî bandor li karê masîgiran kiriye.

Ji ber guherîna avûhewa ava Gola Wanê vekişiyaye. Ew kevirên bi salan di bin avê de bûn ji ber daketina asta ava golê niha derketine.

Cihên ku berê perav bûn niha bûne dêmî.

Alîkarê Serokê Şaredariya Wanê Nurî Mehmet Beyoglu got:

“Çend belêmên masîgirtinê yên welatiyên me  ji ber vekişîana ava Gola Wanê li dêmiyê mane. Me bi armanca zemînesaziyê bo dubare gihiştina wan bo nav ava golê û masîgirtinê dest bi paqijkirina peravan kir. Bi hêviya ku masîgirên me careke din bi belemên xwe vegerin û dest bi girtina masiyan bikin.”

Perav ji nav çû

Asta ava golê ew qas daketiye ku hinek perav ji nav çûne û hejmarek peravên din bi neçarî hatine çêkirin.

Tevî ku masîgiran berî hatina demsala masîgirtinê daxwaz kiribûn ku peravên nû ji wan re bên çêkirin lê ew proje niha dest pê kiriye.

“Bender tê berfirehkirin”

Masîgir Nedîm Arslan got: “Projeyeke mezin heye. Bendera beleman tê paqijkirin û berfirehkirin. Bi izna Xwedê em dê di zûtirîn dem de bigihin bendera xwe ya nû. Herwiha bendereke nû jî ji bo me tê çêkirin.”

Ji 15’ê Tîrmehê ve qedexeya masîgirtinê bidawî hatiye lê belemên beşek ji masîgiran ji ber vekişîna asta ava golê li dêmiyê mane.

Ew heta niha ji masiyan bêpar in û tê çaverêkirin piştî çêkirina benderan dest bi karê xwe bikin.

Debara nêzîkî 15 hezar malbatên li parêzgeha Wanê li ser masîgirtinê ye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber vekişîna ava Gola Wanê masîgir jî ketine nava tengasiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *