Ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka ‘Folklor û Civat’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pirtûka Aram Gernas ya bi navê “Folklor û Civat” bi rengekî berfireh têgihên folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet û dîrokê nîqaş dike. Aram Gernasî di vê qelew de, mijar di 14 beşan de guftûfo kiriye ku di her beşekê de bi sernavên cuda mijar hatine ravekirin.

Nivîskar Aram Gernas di beşa 1’ê ya pirtûkê de behs kiriye ku bê têgih û ravekirina folklorê û kar û barên li ser folklorê çi ne û çawa hatine kirin. Her weha piştî vê beşê, têkiliya folklor û ziman rave û şîrove kiriye. Piştî van herdu beşan, têkiliya folklor û wêjeyê, folklor û muzîkê û têkiliya folklorê bi hêlên din ên civakî, çandî re nivîsiye.

Pirtûk ji 624 rûpelan pêk tê

Aram Gernasî bi mînakan hewl daye van têgihan bide nasîn û famkirin. Mînakên ku Aram Gernasî hilbijartine, di berhem û karên kurdan di warê folklorê de kirine hatine weşandin. Ango destan, helbest, stran û çendîn berhemên din ên folklorîk ên kurdî û kurdan weke mînak hatine danîn.

Di beşa destanan de çendîn destanên kurdan, di beşa stranan de çendîn stranên kelepûra kurdan, di beşa helbestan de jî bi heman rengî helbestên epîk, lîrîk, dîdaktîk, pastoral û dramatîk weke mînak bicih kiriye. Her weha di beşekê de mijar baweriyên betal û folklor e. Di yeke din de jî “jina kurd û folklor” e.

Pirtûka ku ji 624 rûpelan pêk hatiye, di her warê folklorê de, têkiliya her warî ya bi folklorê re diyar kiriye.

Aram Gernasî kiye?

Aram Gernas ji Farqîna Amedê ye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li vî bajarî temam kiriye. Piştî xwendina Înstîtuya Perwerdeyiyê dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Di serdema cuntaya eskerî ya 12’ê Îlona 1980yan de gelek caran hatiye girtin. Di sala1983’an de wek penaberekî polîtîk derketiye dervayî welat û li Swêdê bi cîh bûye. Li wê derê jî, digel xebatên nivîskarî û redaktoriyê, ji nû ve dest bi xwendina Zanîngeha Dersdariyê ya Bilind kiriye. Herweha piştî xwendina bilind dest bi karê dersdariya kurdî kiriye. Digel karê dersdariyê, bi salan karên redaktorî û nivîskariya kovarên Roja Nû, Berbang, Çira û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye.

Ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka ‘Folklor û Civat’ - ARAM GERNAS

Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat de û di malperên înternetê de gelek nivîsarên wî derçûne. Ev 17 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî. Heta niha wek roman, tiyatro, xeberoşk, stran û muzîka zarokan, werger, lêkolîn û hwd yazdeh berhemên wî, li dervayî welat û li Tirkiyê, derçûne. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka ‘Folklor û Civat’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *