Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin

featured
WÊNE: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Şirnexê û navçeyên wê 11 herêm di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de ji bo 15 rojan ji çûn û hatinê re hatin qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku 11 herêmên li navçeyên Cizîr, Silopî, Basa û Bêşebabê yên Şirnexê, bo 15 rojan ji çon hatina welatiyan re hatiye qedexekirin.

Walîtiyê daye zanîn ku ev hereme wekî “Herêma taybet ya ewlehiyê” hatiye ragihandin û qedexe ji 1’ê Çileya 2023’an heta 15’ê Çileya 2023’an wê berdewam bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran  bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara walîtiyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn,  Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Hêjayî gotinê ye ku navçeyên hatine qedexekirin bi piranî ew cihin ku sewalkar 4 demsalan sewalên xwe lê diçêrînin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *