Jiber gendeliyê ji kar hat avêtin, niha bûye namzetê Van TSO’yê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûrê Giştî yê Şîrketa Belvanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi destê qeyûm tê birêvebirin, Suat Kaya, ji ber gendeliyê ji kar hatibû avêtin. Kaya niha bo Van TSO’yê ji lîsteya şîn bûye namzet.

Hilbijaritinên Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê (Van TSO) wê di 22’yê Cotmehê de bên lidarxistin. Tevî ku demek kurt bo hilbijartinan maye, nîqaşên derbarê hilbijartinan de jî berdewam dikin. Herî dawî namzetiya Suat Kaya ku di lîsteya şîn ya Necdet Takva de cih digire,  bûye mijara nîqaşan.

Beriya niha, derketibû holê ku Midûrê Giştî yê Şîrketa Belvanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi destê qeyûm tê birêvebirin, Suat Kaya ji ber gendeliyê ji kar hatibû avêtin. Hatibû diyarkirin ku Kaya, bi hincetên “Bikaranîna peywirê ya bo xerabiyê” û “Sextekariya binecih” ji kar hatibû avêtin. Kayayê ku ji aliyê rêveberiya HDP’î ve ji kar hatibû dûrxistin, di dema rêveberiya qeyûm de carin rakiribûn ser kar, lê piştî demek kin cardin ji kar hatibû dûrxistin.

HDP’ê ji kar derxist, qeyûm paşve anî

Kaya, di 26’ê Tîrmeha 2018’an de ji aliyê yekemîn qeyûm ve wekî midûrê giştî yê Belvanê hat diyarkirin. Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an ku rêveberiya şaredariyê kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate destpîtkirin ku di serî de li ‘Parka Kocaeliyê’ Kaya, li gelek cihan gendelî kiriye. Li ser vê yekê rêveberiya HDP’ê, Kaya ji kar dûr xist.

Walîyê Wanê yê berê Mehmet Emîn Bilmez, piştî ku di 18’ê Tebaxa 2019’an ji bo şeredariyê wekî qayûm hate diyarkirin, Kaya cardin anî ser heman peywirê. Lê di sala 18’ê Kanûna 2019’an rayeyên wî hatin betalkirin û ew ji kar hat dûr xistin.

Gendeliyan di raporê de cih girtiye

Di 4’ê Sibata 2021’an de kesekî derbarê Kaya de gilî kir û li ser vê yekê Kontrolkerê Navxwe yê Cemaweriyê derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Kontrolker derbarê wî di de 10’ê Sibatê de raporek eşkera kir. Di raporê de hatiye gotin ku, Kaya di 4’ê Sibata 2021’an de li Banqeya Yapi Krediyê ser navê şîrketa Belvanê, beyî biryara desteya midûran hesabek vekiriye ji vê hesabê bê agahdarkirin hewale hatine kirin. Di heman raporê de tê gotin ku ji vê hesabê di 7’ê Sermawêza 2018’an 350 hezar TL, di 8’ê Sermawêza 2018’an de 300 hezar TL û di 14’ê Sermawêzê de 100 hezar TL ji hesaba şîrketê pare ji aliyê Kaya ve hatine birêkirin.

Pere nehatine vegerandin

Her wiha dîsa di heman raporê de hatiye destnîşankirin ku di 25’ê Hezîrana 2019’an de ji hesaba şîrketê 139 hezar û 700 TL pere ji aliyê Kaya ve hatiye kişandin û ev pere cardin nehatiye vegerandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di 26’ê Tîrmeha 2019’an de ji hesabê şîrketê 10 hezar û 250 TL pere derbasî hesabê bi navê N.Kaya hatiye kirin û kesê ku pere jê re hatiye şandin tu têkiliya wî bi şîrketê re nîne. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku pereyê ku ji N.Kaya re hatiye şandin jî nehatiye vegerandin.

Di raporê de hat ragihandin ku di 10’ê Çileya 2020’an de ji hesabê şîrketê 279 hezar û 465 TL ji hesabê Kaya re hatiye şandin, der barê vê kiryarê de tu belge tune ye û pere jî nehatiye vegerandin.

Piştî raporê Şîrketa BELVAN’ê bi biryara Lijneya Rêvebiriyê karê Kaya bi dawî kir.

Di biryara 11’ê Adara 2020’an de hat diyarkirin ku Kaya  sûçên weki “Bikaranîna peywirê ya bo xerabiyê” û “Sextekariya binecih” kiriye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiber gendeliyê ji kar hat avêtin, niha bûye namzetê Van TSO’yê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *