Ava Bendava Zêrnakê daketiye asta herî jêr

featured
WÊNA: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêjeya avê ya Bendava Zêrnakê ku li navçeya Payîzavayê ye, ji ber bandora hişkesaliyê bi avayekî berbiçav daketiye herî jêr.

Bendava Zêrnakê li nava sînorên Navçeya Payîzavaya Wanê li ser Çemê Xoşebê hatiye çêkirin û bo çandiniya heremê tê bikaranîn. Ava bendavê  ji ber hişkesaliyê pir zêde kêm bûye û daketiye rêjeya herî kêm.

Ava Bendava Zêrnakê daketiye asta herî jêr - Ava Bendava Zernake daketiye asta heri jer 4

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, di Bendava Zernekê de ku kapasîteya wê ya avê 105 milyon metrekûp e, asta avê daket 17 milyon û 700 hezar metrekûpî, rêjeya tijîbûnê ya aktîf daket heya 0,15’an.

Ava Bendava Zêrnakê daketiye asta herî jêr - Ava Bendava Zernake daketiye asta heri jer 1

Hat diyarkirin, par di heman serdemê da rêjeya ava Bendava Zêrnakê ji sedî 30 bû.

Midûrê DSÎ’yê yê Herêma 17an Ayhan Şahna diyar kir, havînê ji ber kêmbûna baranê, di hemû bendavên bajar de kêmasiya avê derketiye holê.

Şahna bal kişand, di çar bendavên ku wekî aktîf tên bikaranîn de rêjeya tijîbûnê daket binê sedî 10’an û wiha got, “Zeviyên silq û gilgilan ne tê da, bi îhtimalekê em ê ji 15’ê Cotmehê pê ve deriyên bendavên em avê didin zeviyan, bigirin. Em ê ji bo saleke din dest bi amadekariyan bikin. Hêviya me jî ew e ku saleke din berf û baran zêde bibare.”

Ava Bendava Zêrnakê daketiye asta herî jêr - Ava Bendava Zernake daketiye asta heri jer 3

Şahna her wiha destnîşan kir ku divê meriv di emilandina avê da pir baldar be û wiha axivî: “Divê em avê baş bi kar bînin û îsraf nekin. Em dixwazin cotkarên me berhemên ku avê zêde naxwazin daynin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ava Bendava Zêrnakê daketiye asta herî jêr

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *