1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Jibo kûçikan xwarin danîn xwezayê

Jibo kûçikan xwarin danîn xwezayê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komeke jîngeparêz li Wanê ji bo kûçikên li kolanê dijîn, xwarin danîn xwezayê.

Jîngehparêzên li Erdîşa Wanê, bo kûçikên li kolanê dijîn li navçeyê kampanyayek dan destpê kirin. Endamên komê di vê çarçoveyê de jibo van ajalên ku li kolanê birçî dimîn, xwarin danîn hin nokteyên ku hatine diyar kirin.

Di nûçeya ku Rûdawê weşandiye de, Beytar Îhsan Nuri Çîftçî derbare kampanyayê de agahî dane û wiha dibêje: “Em îro wek şaredariyê bi ajelhezan re li qada jiyanê ya xwezayî ya ajelên kolanan geriyan û weke her car pêdiviyên xwarinê danîn. Me av da wan û yên pêwîst derman kirin.”

Îsal li piraniya bajarên heremê gelek sazî û jîngehparêzan ji bo ajelên kovî û beredayî kampanya dan destpêkirin û xwarin danîn xwezayê.

Endama Komeleya Wênegirên Gerdûnî yên Erdîşê Emîne Galîç Şengoz dibêje “Me, di vê hewaya sar de ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwarin û avê yên ajelên li kolanan dimînin, ev çalakî li dar xist. Bila herkes firaxekê deyne ber mala xwe û pêwîstiya ajelan dabîn bike.”

Li heremê, îsal zivistaneke dijwar heye ku pileya germê daket di bin sifrê de 40’î û ji ber berfa zêde bi taybetî jiyana ajelên kovî û beredayî zehmettir bûye.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jibo kûçikan xwarin danîn xwezayê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *