Li Erzînganê di encama qezayê de 2 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama qezayê de li Erzînganê  2 kesan jiyana xwe  ji dest da û 31 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan otobusa rêwiyan a plaqe 34 DMZ 719 e ku ji Îdirê diçû Enqereyê, li ser rêya Erzirom-Erzinganê, li herema Bayirbagê wergeriya şarampolê. Di encamê de 2 kesan jiyan ji dest da, 7 jê giran 31 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ekibên hewarçûnê çûn cihê bûyerê û birindar rakirin nexweşxaneyan.

Waliyê Erzinganê Mehmet Makas ku li cihê bûyerê daxuyaniyek da destnîşan kir ku di otobusa fîrmayeke taybet da ji bilî ajokar û 2 peywirdaran, 30 rêwî hebûn û ev agahî dan: “Ji ber xeletiya ajokar, otobus wergeriya û ket şarampolê û her wiha di encamê da kesek mir, 8 jê giran 32 kes birîndar bûn.”

Di vê navberê de pişti daxuyaniya Walî Makas agahî hat ku birîndarekê li nexweşxaneyê jiyan ji dest daye.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erzînganê di encama qezayê de 2 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *