Jinên Wanî: Di 25’ê Mijdarê de em ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jinên Wanî îsal wê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan ji Jîna Mehsa Amînî ya ku li Îranê hatiye qetilkirin re bibexşînin û her wiha dibêjin ku ew ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin.

Tevî ku ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan nêz dibe, li hemû aliyên cîhanê jin li hemberî metîgerî û kedxwariyê, daxwaza azadî û wekheviyê bilêv dikin.

Li gor daneyên Platforma Kadin Cinayetlerini Durduracagiz-Em ê Rê Li Ber Qetilkirina Jinan Bigirin, di Cotmeha 2022’an de 34 jin hatine qetilkirin ji wan 26 jin jî avayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan bi dirûşmeya, “Li Hemberî Faşîzm û Qirkirina Jinan, dem dema azadiyê ye” dide.

Di vê çarçoveyê de li Wanê jî TJA wê çalakiyên xwe bibexşîne Jîna Mehsa Amînî ya ku li Îranê ji aliyê ‘Polîsê Ehlaqê’ ve hatibû qetil kirin.  

Aktivîsta TJA’yê Dîlan Yildiz, da zanîn ku wan li Wanê xebatên xwe bi dirûşmeya “Sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan” birêve birine. Dîlan, derbirî ku wan li kolanan, taxan û her derê soza piştevaniyê daye jinan û wiha got, “Me xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan di 12’yê Mijdarê de da destpêkirin. Civînên me yên bi jinan re berdewam dikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de meşekê li dar bixin. Hemû jin wê ji bo têkoşîna jinan ya li Îranê bimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevli çalakiyê bibin”

Jinên Wanî: Di 25’ê Mijdarê de em ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin - dilan yildiz 1024x576 1
Dilan Yildiz

‘Li dijî qetlîamên jinan em li qadan bin’

Hevseroka Komeleya Koçberan a Serhedê ya Wanê (GOÇ-DER) Gulşen Kurt jî got, “Jin jiyan bi xwe ye, jin jiyanê radiçînin. Jin bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî’ bi hêztir bûn. Lê piştî qetilkirina Jîna Amînî li Îranê berxwedaneke mezin derketiye holê. 25’ê Mijdarê wê di şexsê Jîna Emînî de bi tevlîbûna xwe hîn watedartir bibe. Em ê 25’ê Mijdarê diyarî Emînî ya Jîna û jinên berxwedêr ên Îranê bikin. Werin em li dijî tundiya jinê û dijî qetlîamên jinan bisekinin!” û di 25’ê Mijdarê de hemû jin vexwend qadan.

Jinên Wanî: Di 25’ê Mijdarê de em ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin - gulsen kurt 1 1024x576 1
Gulşen Kurt

‘Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li cîhanê belav bû’

Rêvebera Rêxîstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mukaddes Karakoç, jî bi bîr xist ku ji serê meha Mijdarê û vir ve bi dehan jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Karakoç got, “Dawiya van qetlîaman nemaye. Em vê yekê qebûl nakin. Ez hemû jinan vedixwînim meşa 25’ê Mijdarê. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû cîhanê belav bûye û ji bo belavkirina wê em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Jinên Wanî: Di 25’ê Mijdarê de em ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin - mukaddes karakoc 1024x576 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jinên Wanî: Di 25’ê Mijdarê de em ê bibin dengê jinên li Îranê berxwe didin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *