Kabîneya Serokkomariyê îro wê bicive

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekemîn civîna Kabîneya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê, ya sala 2023’an, îro wê piştî nîvro, bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bicive.

Di rojeva civîna kabîneyê de 7’emîn Paketa Darazê, rewşa aborî, rewşa karmendên bi girêbest (Sözleşmeli memur) û kesên ji ber temenê xwe nikarin teqawît (EYT) bibin heye.

Di civîna kabîneya hikûmetê de ku wê li Enqereyê bê lidarxistin, dê rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê û bihayên zêde bên gotûbêjkirin. Herwiha dê rewşa karmend û welatiyên ku mafê teqawîtbûnê bidest xistine, lê ji ber temenê wan nehatiye, nikarin teqewît bibin jî bê gotûbêjkirin. Tê payîn, pêşnûmeqanûna derbarê EYT’ê de vê hefteyê bo meclîsê bê pêşkêşkirin. Eger qanûn derkeve, dê nêzîkî 2 milyon û 250 hezar kes teqawît bibin.

Di rojeva îro ya kabîneyê de rewşa karmendên girêbestê/peymanî jî heye. Çav li rêye ku di kabîneyê de biryar bê dayîn ku, karmendên bi girêbest wek karmendên daîmî (Kadro) bên damezrandin. Hejmara kesên bi girêbest 400 hezar kes in ku dê bibin karmendên daîmî.

Di civînê de 7’emîn Paketa Darazî jî dê bê nîqaşkirin. Piştî gotûbêjên di kabîneyê de dê pêşnûmeya guhertina hin qanûnan bo Meclîsê bê şandin.

Piştî civînê li bendê ye ku Serokkomar Erdogan derkeve pêşberî kamerayan û derbarê encamên civînê de hin daxuyaniyan bide rojnamevanan. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîneya Serokkomariyê îro wê bicive

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *