Karkereke Kurd, li Kastamonuyê hat kuştin

featured
Herdu karkerên ku rastî êrîşê hatine
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Kastamonuyê, karkerên Kurd ên ji Êlihê rastî êrîşa bi çek hatin. Hat ragihandin ku karkerekî Kurd di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Li gor agahiyên ji Rûdawê hatine wergirtin, karkerên Kurd ên li gundê Çamalti ya bi ser navçeya Cîde ya Kastamonuyê xanî boyax dikirin, dema ku dixwestin kincên xebatê li xwe bikin, rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşa xwediyê malê yê bi navê Serhat O (35) de, karkerên bi navê Abdurrahman Birgûn (47) û Hamît Oran (33) birîndar bûn.

Piştî êrîşê karkerên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cîdeyê hatin veguhestin. Lê belê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê, karkerê bi navê Abdurrahman Birgun canê xwe ji dest da.

Her wiha hat ragihandin ku dermankirina karkerê din ê bi navê Hamit Oran jî li nexweşxaneyê berdewam e.

Karker Oran, ku derbarê êrîşê de agahî dane çapemeniyê got, “Em ji Êlihê bo kar hatin û em karkerên avahiyê ne. Sibê hat ji min cigareyek xwest, min jî cigare pêça û da wî. Me li jêrzemînê cilê xwe diguhert û cilên kar lixwe dikirin. Min carekê dît li devê derî rawestiyaye û çifte di destê wî de ye. Me hê tiştek fêm nekir û yekser gule berdan ser me. Piştî wê min şok derbas kir. Ji ber çi êrîşî me kir, sedema wê çiye, em dixwazin bizanin. Di navbera me de bi ti awayî tiştek neqewimî. Em dişixulin û em ji bo nanê xwe hatine. Bi carekê de hat odeyê û gule berdan me.”

Di berdewmiyê de Oran, ev tişt gotin: “Di navbera me de ti nîqaş çênebûn. Kî çi dibêje derewan dike. Hat odeyê û gule berdan ser me. Em çûn wêderê bixebitin. Min hevalê xwe jidest da, rewşa min jî weke hûn dibînin. Ez bi zehmetî filitîm. 4 zarokên hevalên min hebûn û yek jê xwedî pêdawîstiyên taybet e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Karkereke Kurd, li Kastamonuyê hat kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *