Karkerên demsalî li Sakaryayê rastî êrîşê hatin

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Hendeka Sakaryayê, karkerên demsalî ku bo berhevkirina findiqan hatine vê derê, rastî êrişa xwediyê erd û xizmên wî hatin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, karkerên demsalî yên ji Amedê, ku bo berhevkirina findikan hatine taxa Çamlica ya bi ser navçeya Hendeka Sakaryayê, rastî êrîşa xwediyê erdê û xizmên wî hatine. Di encama êrîşa 30 kesan de, zarokê bi navê E.Y. (15) û Gazî Ageyê (18) bi giranî birîndar bûn. Karkerên demsalî piştî êrişê ji navçeyê çûn.

Pêşiyê gef li karkeran xwariyê

Çawiş Mehmet Karakaş ku derbarê bûyerê de agahî dan, destnîşan kir ku di 27’ê Tebaxê de li nav zeviyê findiq berhev dikirin û neviyê xwediyê zeviyê kevir avêtiye wan. Di berdewamiyê de Karakaş wiha axivî: “Neviyê xwediyê zeviyê kevir avêt aliyê karkeran. Min ew hişyar kir ku keviran navêje, kevir tên li karkeran dikevin. Wî got, ‘Min neavêtiye, lingê min şemitî, kevir ji ber lingê min filtî.’ Wê çaxê me got tişt nabe. Lê piştî demekê, neviyê xwediyê zeviyê çewal avêtin. Li nêzî me nigê wî şemitî û ket erdê. Gava ket, karker li aliyê wî mêze kirin. Wî jî got, ‘Hûn li çi mêze dikin lan! Êvarî gava hûn daketin jêr em ê hev bibînin.’ Bi vî awayî gef li me hemûyan xwar.”

Neçar mane ji wir biçin

Karakaş derbirî ku piştî karên wan qediyaye berê xwe dane malê û diyar kir, “Dema em çûn malê, li baxçeyê malê 30 kes li benda me bûn. Bêyî ku em bizanibin çi bûye êriş anîn ser me. Di wê navê de Gazî Taş ê 18 salî û E. Y. yê 15 salî bi giranî birîndar bûn. Ew çûn nexweşxanê û rapor wergirtin. Piştî êrişê cendirme hatin û em ji wir derxistin derve. Piştre me li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hendekê giliyê wan kir. Bi dû re jî em neçar man tiştên xwe wergirin û ji navçeyê biçin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Karkerên demsalî li Sakaryayê rastî êrîşê hatin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *