Namzetê Serokê Van TSO’yê Bîner: Me ne dikarî em pişta xwe bidin û biçin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji namzetên Serokê Van TSO Faruk Bîner, derbarê pêvajoya namzetiya xwe de got ku, li her derê ji wî re dihate gotin, “Ma hûn ê pişta xwe bidin me û biçin”. Bîner, desnîşan kir ku piştî hin hevdîtinan wî biryar daye ku bibe namzet.

Çend meh şûn ve, wê hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) ya Wanê bê lidarxistin. Heta niha karsaz Necdet Takva, Faruk Biner, Zahir Kandaşoglu, İzzet Çoban û Celal Yalvaç  namzetiya xwe ragihandine. Hilbijartinên TSO’yê li Wanê di bin siya krîza aborî de dê bên lidarxistin.

Nîqaşên di navbera namzetan de jî li bajar bûye mijara mereqê. Rewşa namzetiya karsaz Faruk Bîner ku di heyama beriya niha de, endamê rêveberiya odeyê ya heyî bû jî yek ji mijara mereqê ye.

Bîner, pirsên Serhat Newsê yên derheqê pêvajoya hilbijartinê û xebatên wî de bersivandin.  

*We çewa biryar da ku hûn ji bo serokatiya TSO’yê bibin namzet?

Wekî hûn jî dizanin, min beriya niha du heyaman ser yêk endamtiya desteya rêveber kir. Pişt re jî tevî hin hevalên xwe me ji vê peywirê îstifa kir. Dema me îstifa kir, di hevdîtinan de gelek kesan ji me re digotin, ‘Ma hûn ê pişta xwe bidin me û biçin?’ Li ser vê yekê jî me di nava xwe de hin nîqaş dan destpê kirin. Li gel nîqaşên dûr û dirêj yên bi karsaz û bazirganan, ji bo ku em baştirîn nûnertiya, bajar, herem û welatê xwe bikin, bo danasîna bajarê xwe û bo başkirina rewşa bajar, dawîya dawî me biryar da ku, pêwîste em bibin namzet.

Namzetê Serokê Van TSO’yê Bîner: Me ne dikarî em pişta xwe bidin û biçin! - faruk Biner 1024x768 1

* Ger hûn bên hilbijartin, projeyên we çi ne?

Li gor min, TSO saziyeke projeyan nîne, ew tevgereke lobiyê ye. Loma ew rêxistineke giştiye ku hemû saziyên bajêr di hundirê wê de cih werdigirin. Em dixwazin hemû pirsgirêkên ku ev bi salana tên jiyandin, holê rakin. Jixwe dema ev pirsgirêk ji holê rabin, karsaz û bazirgan wê bikarin hemû kar û barên xwe her wiha projeyên xwe pêk bînin.

Li aliyê din derbarê truzmê de, projeyên me yên girîng hene. Pirsgirêka me ya danasînê heye. Em nikarin bi avayekî baş çand û bedewiyên xwe yên erdnîgarî bidin danasîn. Bo vê yekê emê bi destê TSO’yê şirketeke mezin ava bikin û di vî warî de xebatan bimeşînin. Niha di navbera me û Îranê de têkileyek heye. Ev têkilî jî ji aliyê hin hevalên me ve wê demê hatibû avakirin. Lê divê di warê turîzmê de em tenê bi yek cihê re girêdayî nemînin. Lewma divê alternatîf jî bêne destnîşankirin.

‘Emê bi pisporan re kar bikin’

Emê bo çareseriya pirsgirêkan bi kesên pispor re bixebitin. Na ji bo turîzmê,divê bû hemû pirsgirêkên din rêyên me yên çareseriyê hebin. Ev bajar tenê bi TSO’yê pêk nayê. Pêwîste ji her derdorê em mirovan tevli nava xebatê bikin. Çi ji bo vî bajarê pêwîst be divê bê kirin. Di warê perwerdehiyê de jî em, rewşa xwe baş nizanin. Tenê em dizanin wan di rêza 78’an de ye. Emê bo çareseriya van pirsgirêkan bixebitin.

* Di hilbijartinên beriya niha de hûn li gel Necdet Takva bûn. We çima îstifa kir?

Divê bo rêveberiya odeyê ekîbek hebe. Ger ekîba we baş nebe, hûn kî bînin jî nikarin vî karî bikin. Kesên, pispor, heskiriyên bajêr û zîrek divê hebin. Me bi hevre hilbijartinek derbas kir û bi ser ketin. Wê çaxême rekora têşta herî qelebalîx ya cîhan bidest xist. Gelek xebatên me yên cur be cur çêbûn.  Me berhemên xwe yên baş tomar kir. Peywendiyên bi Îranê re me anî astek baş. Dîsa deriyê sînor yê Kapikoyê di dema me de hat vekirin. 

Namzetê Serokê Van TSO’yê Bîner: Me ne dikarî em pişta xwe bidin û biçin! - faruk Biner5 1

Wê çaxê, piştî ku Necdet Takva, bo namzetiya şaredariyê dev ji kar berda û piştî ku nehat hilibijartin cardin vegeriya ser kar, di navbera me de pirsgirêk derketin. Bî boneya ku wê zirar bide saziyê, me ne dixwest Necdet Takva vegere ser kar. Me jî wî re got ku an bila siyasetê berdewam bike, an jî bila were ser kar.  Em nabêjin sîyaste tiştek xera be. Me dixwest ku di vî warî de me modelekê biafirînin. Çi dijminiya min li gel wî tuneye. Ev sekna me bû

*Aliyên siyasî di hilbijartinên çûyî de tesîr li ser hilbijartinên odeye kiribû. Gelo dê vê car jî wisa ?

Em nikarin siyasetê ji jiyana xwe derxin. Hun li qadek sivîl jî bin, neçarin ku ji siyasetê sûd werbigirin. Dema em di hilbijartinan de ser bikevin, emê bi aliyên siyasiyan re jî têkiliyan deynin. Emê van saziyana biparêzin. Ev sazî girîngin. Divê siyaset jî bi wêrekî xwedî li van saziyan derkeve.

* Di bin siya kriza aborî de hûn diçin hilbijartinan. Qet naşibe hilbijartinên din. Hûnê xebatekî çewa bidin meşandin?

Di dema xebata hilbijartinan de, em diçin ba dikandar û bazirganan. Em dibînin ku pirsgirêkên wan yên mezin hene. Dema ew qala pirsgirêkan dikin, em fedî ji xwe dikin. Li gel van pirsgirêkan em nikarin tiştek jî ji wan re bêjin. Bi rastî ev jî me tengezar dike. Aborî qelek xerabe. Bi taybet jî li herema me rewş qet baş nîne. Divê jibo çareseriya van pirsgirêkan hin xebat bên meşandin. Deriyê sînor yê herî nûjen li cem me ye. Lê me nikarin bi temamî jê sûd werbigirin.

Îxracata bajarê me gelek kêm e. Ji bo vê jî dive em xebata lobiyê zêde bikin. Îran cînarê me, lê konsulxane li Erziromê ye. Yekitiya îxracatkaran jî li wir e. Lê tu berhev ki li Erziromê 50 karsazên ku vî karî dikin tune ye. Potansiyela Wanê pir zêdeye. Li Tirkiyeyê Wan, sêyemin bajarên xwedî nifûsê ciwan e. Ger ev hêz baş bê bikaranîn, wê ji bo Wanê pir baş be.

Namzetê Serokê Van TSO’yê Bîner: Me ne dikarî em pişta xwe bidin û biçin! - faruk Biner1 1024x576 1

* Li Wanê esnaf û bazirgan di warê kişandina krediyan de bi bankayan re pirsgirêk jiyan dikin. Sedema vê pirsgirêkê çiye û çawa dikare çareser bibe?

Me berê, bi hemû rêveberên banka û şaxan re hevdîtinên hevpar pêk anî. Li Erziromê jî bi rêveberên giştî re civînek berfireh hat lidarxistin. Siyaset çi dibe bila bibe, banqeyan li vir rîskên xwe ji nû ve danîne. Ji ber vê yekê tu qimeta malê me tuneye. Esnaf di warê sermayeguzarî, deyn û kontrolê de pirsgirêkên cihêreng dijîn û dibe ku berdewam bikin. Ji bo vê yekê jî divê rêveber bi pêkhateyên bajarî re realîst tevbigerin û bi muxatabên xwe re pirsgirêkan çareser bikin. Wekî din ez dikarim ji bo vê mijarê jî reçeteya teorîk binivîsim, lê reçeteya rastîn ew e ku muxatabên mijarê û pêkhateyên bajêr hene.

* Hûn di serdanên xwe de nêrînên çawa distînin? Mirov çawa we pêşwazî dikin?’

Ji ber têkiliyên me yên bi odeyê re hîn jî rexne li me tê. Lê bi piranî em pêşwazî dikin. Ji ber ku TSO’yê nekarî vê pêvajoyê baş analîz bike, ji ber vê yekê esnafan nekarîn helwesteke baş bigirin. Ev ne tenê ji bo bajarê me ye. Li gelek bajaran pirsgirêkên bi vî rengî hene. Lê hûn li vir berpirsiyar in. Em li bajarekî ne ji derve ne û di vî warî de şêwra xwe dikin. Em bi awayekî realîst nêz dibin û xeyalan nafiroşin, bi gotineke din em bi soza projeyan bi firotina xewnan bi pêş ve naçin. Em ne pêşdebirên projeyê ne, em tîmek baş in ku dê ji bo vî karî rast û bi bandor lobiyê bike. Li vî bajarî bi qasî me maf û keda her kesî heye. Ji ber vê yekê mafê wî yê axaftinê heta wê astê heye.

Vîdeo/Montaj: Dildar Guler

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Namzetê Serokê Van TSO’yê Bîner: Me ne dikarî em pişta xwe bidin û biçin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *