Li Pakîstanê ji ber barana mûsonê, zêdetirê hezar kes mirine

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pakîstan, ji 14’ê Hezîranê vir ve di bin bandora barana mûsonê de ye. Li vî welatî heta niha hezar û 33 kesî ji ber lêhiyan, jiyana xwe ji dest daye û hezar 527 kes jî birîndar bûne.

Li gor nûçeya Bîanet Kurdî ku sipartiye Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Pakîstanê (NDMA) li vî welatî di nava 24 saetên dawî de 119 kesî jiyan ji dest daye û 71 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ji ber barana zêde, 949 hezar û 858 xani zirar dîtine û ji van xaniyan 287 hezar û 412 xanî bi temamî hilweşiyane.

Li tevahiya wî welatî 33 mîlyon kes ji barana mûsonê bandor bûne, bi deh hezaran kes bê mal mane.

Bi aliyê din ve di kampên alîkariyê yên hatin avakirin de 498 hezar û 442 kes bi cih bûne, hejmara kesên hatin rizgarkirin jî derketiye 51 hezar û 275’an.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Pakîstanê ji ber barana mûsonê, zêdetirê hezar kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *