Kemal Kiliçdaroglu dê biçe serdana HDP’ê

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand ku dê Serokê Giştî yê CHPê û namzetê Serokkkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu serdana HDPê bike.

Piştî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu wek namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet hate ragihandin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar Kiliçdaroglu pîroz kir û ragihand ku deriyê HDP’ê bo gotûbêj û diyalogên li ser lihevkirina piştevaniya bo Kiliçdaroglu vekiriye.

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel di bernameyeke televîzyonî de li ser pirseke derbarê serdana Kemal Kiliçdaroglu ya bo HDP’ê de got: “Birêz Serokê Giştî (Kemal Kiliçdaroglu) bêyî ku ti partiyekê cihê bike, dê serdana hemûyan bike. Dê serdana HDP’ê jî bike û serdana partiyên din jî bike.”

Ozgur Ozel derbarê daxuyaniyên Meral Akşener ên li ser HDP’ê û her wiha nameya hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Seroka ÎYÎ Partiyê de bi avayekî vekirî weşandiye de jî got: “Birêz Demîrtaş gelek baş peywendiyê dike. Birêz Akşener û birêz Demîrtaş bêyî ku zimanê nezekatê bicihbihêlin, eger ne bi zimanê Erdogan û Bahçelî bi zimanê Demîrtaş û Akşener biaxivin dê wê demê Tirkiye qezenc bike. Ew kesên li ser maseyê dê wezaretan li xwe parve bikin. Ez nabêjim wezaret bo HDP’ê nayê dayîn. Me nivisiye ku ev hevpeymanî dê çawa wezaratan derbixin. Encûmenên karbidest ên HDP’ê hene û hevpeymaniyên wan ên demokarasiyê hene. Tişta bo AKP’ê helal bo CHP’ê heram nabe. Dema van  kirin aferîn dema me kir nizam çi. Ew Tirkiye li paş ma.”

Piştî ku Tifaqa Millet Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu wek namzetê serokkomariyê diyar kir, Meral Akşener li ser diyalog û hevdîtinên CHP’ê yên bi HDP’ê re gotibû ku CHP dikare serdana HDP’ê bike lê ne mimkine ku di hikumeta tifaqa wan de ti wezaretek bo HDP’ê bê dayîn. Akşener gotibû “Ne pêkan e ku danustandin li ser wezaretê bên kirin. Diyalog tişteke din e. CHP’ê dikariya vê yekê bibêje û  me dê rêz li vê girtiba. Dikariya bibêje rêjeya dengên we û yên HDP’ê cuda ye û bixêr biçin, wê demê em dê ji ser maseyê rabibûna. Nirxên Komarê bo me  tiştên herî sereke ne. Dikare hevdîtinan pêkbîne, ev me eleqedar nake. Lê nikare qet bîne ser maseyê. Piştre jî nikare  bîne.” (Rûdaw)

 Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî roja duh (8’ê Adarê) bi nameyekê bersiva Akşener dabû û gotibû: “Siyaseta lihevkirinê ku bo we mafeke çima bo HDP’ê ne maf e?. Tevî ku HDP’ê ragihandiye ew  ji bilî bingehên demokratîk ti daxwazan nakin we gotiye: “CHP dikare ligel HDP’ê diyalogê bike, lê nikare tavîzan bide û van daxwazên xwe bîne ser maseyê.” Ma hûn daxwazên li ser demokratîkbûnê weke tavîz dibînin? Eger hûn bibin desthilat daxwazên HDP’ê neyên ser maseya we,  hûn kîjan maseyê pêşniyar dikin? Hûn plan dikin weke ku ev 50 sal tê kirin me bo maseya “Rûbirûbûna Terorê” bişînin? Dengdêrên HDP’ê û HDP jî ti carekê helwesteke ferzker, siyaseta serwer, nêrîna ji jor ve  û lihevkirina di asta mil de qebûl nakin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kemal Kiliçdaroglu dê biçe serdana HDP’ê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *