Kesek li Mêrsînê hate girtin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsînê ji 9 kesên ku bi ser biryara Serdozgeriya Komarî, ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, kesek hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” de, di 28’ê cotmehê de derbarê 11 kesan de biryara desteserkirinê dabû. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 9 kes desteser kiribûn.

Piştî kar û barên fermî yên van kesan li Midûriyeta Ewlekariya Mêrsînê bi dawî bûn, ew ji edliyeyê re hatin veguhestin.

Li vir piştî îfadeya wan hate wergirtin, 5 kes bi daxwaza berdanê ya bi şertê kontrola edlî û 4 kes jî bi daxwaza girtinê, ji dadgeriyê re hatin sewqkirin.

Di encama darizandinê de, Dadgeha Sulh Ceza ya Mêrsînê derbarê 8 kesan de, biryar da ku ew bi şertê kontrola edlî serbest werin berdan.

Dadgehê derbarê welatiyê bi navê Mûhammed el Mûhammed de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.

Serhat News

(lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kesek li Mêrsînê hate girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *