Keştiya koçberan li Îtalyayê binav bû: 41 koçber xeniqîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li peravên Îtalyayê keştiya koçberan binavbû. Di encama bûyerê de 41 koçber xeniqîn.

Li gor nûçeya ajansa ANSA’yê ya Îtalyayê, keştiya ku koçber ji bajarê Safakesê yê Tûnisê dibirin, li Girava Lampedusayê ya Îtalyayê binav bû.

Li gorî agahiyan 41 koçber xeniqîn û 4 koçber jî ji aliyê Tîma Ewlehiyê ya Peravê ve hatin rizgarkirin.

Bi gotina kesên ku hatine rizgarkirin, 45 kesan dabû re û di nav wan de 3 jî zarok hebûn.

Keştî piştî ku bi rê ket bi 6 saetan bi hêza pêleke xurt noqî avê bûye.

Li aliyê din, roja 6’ê Tebaxê jî Girava Lampedusayê ya Îtalyayê keştiyek binav bibû û cesedên jinekê û zarokekî hatibûn dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ji sala 2014’an û vir ve zêdeyî 14 hezar kesan dema ku wan hewl daye ji Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, di deryayê de xeniqîne yan jî winda bûne. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Keştiya koçberan li Îtalyayê binav bû: 41 koçber xeniqîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *