Kevir bi cenazeyê wê ve girêdanê û avêtine bîra avê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Kilîsê zarokek 9 salî ya ji Sûriyeyê ku 4’ê Nîsanê di dema vegera ji dibisatnê de winda bibû, cenazeyê wê di bîreke avê de hat dîtin.

Di 4’ê Nîsanê de li Taxa Selvîlî li kolana Medrese ya Kilîsê zaroka 9 salî ya bi navê Gîne Mercîmek a ji Sûriyeyê dema ku ji dibistanê vedigerişa malê winda bû. Malbata wê saziyên pêwendîdar agahdar kirin û xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Li gor agahiyan doh termê wê keça 9 salî di bîra li hewşa mala kesê bi navê H.B de hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku, tîmên agirkujiyê yên şaredariyê çûnê cihê bûyerê, ava di bîrê de derxistine û piştî av bi temamî ji bîra 12 metreyî hatiye derxistin dîtine ku pirîkêtek bi sitûyê Gîne Mercîmek ve hatiye girêdan.

Cenazeyê Gîna bi armanca otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca hat şandin. Herwiha gumanbarê bi navê H.B li Taxa Ekrem Çetîn ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Di heman demê de piştî dîtina cenazeyê zaroka 9 salî, şevê din komek welatî nerazîbûn nîşanê bûyer dan û li ber Navenda Polîsan a li Taxa Beşevler kom bûn.  (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kevir bi cenazeyê wê ve girêdanê û avêtine bîra avê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *