Lawje dê li Stenbolê konserekê bide

featured
Koma Lawje
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koma mûzîkê Lawje dê li navçeya Şişlî ya Stenbolê di 7’ê Tîrmehê de konserekê bide.

Konsera Lawjeyê wê 7’ê Tîrmehê roja Înê saet di 20.30 deqîqeyan de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş ya Şaredariya Şîşliyê pêk bê.

Di konserê de wê Lawje him stranên xwe him yên projeya “Lawjeyên Evîniyê” bistirê û him jî wê beşdarên atolyeye derkevin li ser dikê.

Lawjeyê her weha straneke Ozan Serhed ya bi navê “Payîz e” straye.

Lawjeyê ev stran ji bo projeya xwe ya bi navê “Lawjeyên Evîniyê” amade kiriye. Serhat Bostanci, Alî Tekbaş û Alî Îmran Erînî stran aranje kiriye.

Komê ji bo stranê klîbeke taybet amade kiriye û li ser hesabê xwe yê YouTubeyê weşandiye.

Solîstê Lawjeyê Alî Tekbaş, ev demeke ku atolyeyên muzîkê pêk tîne. Di van atolyeyan de xwendina rast a stranên kurdî, form û şêweyên wan hînî beşdaran dike. Di meha Tîrmehê de jî wê ev kargeh li Antalya û Îzmîrê destpê bikin.

Koma Lawje

Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.

Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.

Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dikin û pêşkêşî muzîkhezan dikin. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lawje dê li Stenbolê konserekê bide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *