Civîna 20’emin a Astanayê destpê kir

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiyeyê, Rûsya, Îran û Sûriyeyê cara 20’emîn li Astanayê civiyan.

Cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiyeyê, Rûsya, Sûriyeyê û Îranê li paytex Astana a Kazakîstanê li hev kom bûn. Civîn bi pêşengiya Rûsyayê pêk tê û ji bo têkiliyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê asayî bibin ev civîna 20’emîn e tê lidarxistin.  

Civîna Astanayê dê du rojan bidome. Tê payîn di civînê de guhertina herêmî ya Sûriyeyê û têkildarî geşedanên li qadê bên nîqaşkirin. Her wiha veger û şert û mercên penaberên Sûriyeyê jî di rojeva civînê de cih digire. Li bendê ye ku di van hevdîtinanan têkiliyên navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de werin asayîkirin.

Cîgirê Wezîrên Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov ku bi şandeyan re rûnişt wiha got: “Em niha bi asayîkirina têkiliyên Şam û Enqereyê ve mijûl in. Pêvajoyek gelek girîng e. Di nava van 12 salên bihûrî de gelek pirsgirêk derketin. Di 10’ê gulanê de li Moskovayê Wezîrên Karên Derve li hev civiyan. Niha jî em li ser ‘nexşerêya’ vê pêvajoyê dixebitin.”

Hê nehatiye zelalkirin wê di navbera Tirkiyeya Sûriyeyê de muzakereyek çawa bê kirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Civîna 20’emin a Astanayê destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *