Bikaranîna tiryakê di nava civakê de ji sedî 500 zêde bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê, ji sedî 20’ê girtiyên di girtîgehan de ji ber bikaranîn û bazirganiya tiryakê ceza wergirtine. Li gor daneyên fermî sala 2022’ê rêjeya girtiyên ji ber bikaranîn û bazirganiya tiryakê ceza wergirtine ji sedî 500 zêde bûye û gihiştiye 60 hezar û 258 kesan.

Li Tirkiye bikaranîna tiryakê roj bi roj zêdetir dibe. Ji 340 hezar girtiyên niha di girtîgehan de têne ragirtin, hejmara yên ku ji ber tiryakê ceza wergirtine ji 60 hezar kesan zêdetir e. Her wiha ji sedî 80’ê sûçên bikaranîn û bazirganiya tiryakê jî di sala dawî de çêbû ye.

Li gor daneyên fermî heta 31’ê Kanûna 2022’an hejmara girtiyên ji tawanê “bikaranîn û bazirganiya tiryakê” 60 hezar û 258 kes bû. Ji van kesan 49 hezar û 179 kes di nava 1 Kanûn û 31’ê Kanûna 2022’an de hatine girtin. Ji kesên ji ber tiryakê ceza wergirtine 58 hezar û 823 mêr in û hezar û 435 kes jî jin in.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Murat Emir derbarê bikaranîna tiryakê de pirsyarname pêşkêşî meclîsê kir û ji hikûmetê xwest ji bo rêlibergirtina bikaranîn û bazirganiya tiryakê tedbîrên pêwîst wer bigre. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bikaranîna tiryakê di nava civakê de ji sedî 500 zêde bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *