Li Wanê hejmara kesên ketine tora tiryakê ji 10 hezarê derbas bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bajarê Wanê bo bazirganiya tiryakê bûye rêyeke transît. Tiryaka ku li Efxanîstanê tê hilberîn bi ser Îranê digihije Wanê û ji vir jî belavî cihênê dibe. Tevî vê rewşê li bajar hejmara kesên ku ketine tora tiryakê jî her ku diçe zêde dibe. Li gor zanyaran hejmara kesên tiryakê bikartînin li Wanê ji 10 hezarê derbas bûye.

Li Wanê, li gorî agahiyên ji zanyaran hatine wergirtin, temenê kesên tiryakê bikartînin daketiye 12 saliyê û her diçe jî ev dadikeve jêrtirîn. Li bajêr, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve operasyonên li hemberî bazirganiya tiryakê têne kirin û di encamê de bi tonan tiryak tê girtin. Li gorî daneyên fermî yên Midûriyeta Ewlekariyê li Wanê hejmara kesên tiryakê bikartînin jî nêzî 15 hezarê kesiye.

Di vê derbarê de mijara herî dilsoj jî ya kesên ku hînê tiryakê bûne û malbatên wan in. Yek ji van kesan jina bi navê H. E ye.

Di temenek biçûk de hatiye zewicandin

H.E ku li Wanê jiyan dike, hêj di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin û zarokek wê heye. Jina ciwan heya demekê zewicî dimîne û piştre jî ji ber hin sedeman, hevserê xwe berdide.

Li Wanê hejmara kesên ketine tora tiryakê ji 10 hezarê derbas bûye - madde bagimlisi H.E.. 1 1024x576 1

Piştî ku ew ji hevserê xwe qut dibe, li wê pirsgirêkên derûnî derdidin û ji vê pêve jî çîroka wê ya bi tiryakê re destpê dike.

Ev 7 sale hewl dide dev jê berde

H.E ya 29 salî, çîrok û pêvajoya hînbûna tiryakê bi Serhat Newsê re parve kir. 7 sal beriya niha H.E piştî zewaca wê bidawî dibe, bi rêya hevaleke xwe hînê tiryakê dibe û jiyana wê bi giştî tê guherin. Wê bo ku pere ji tiryakê re peyda bike, hima bêje tu kar hebe kiriye.

Di nava demê de, bi piştgiriya diya xwe H.E, biryar dide ku xwe ji tiryakê rizgar bike û ew niha Navenda Dermankirina Pêketina Tiryak û Alkolê (AMATEM) de tê dermankirin.

Dema dikeve krîzê tu kesî nas nake

Ew dibêje ku dema tiryakê bikarneyîne dikeve krîzê û tu kesî nas nake. H.E ya ku hînbûna tiryakê weke “Nexweşiyek mejû” pênase dike, di berdewamiyê de got ku destpêkê wê ne xwestiye hînbûna tiryakê qebûl bike, lê piştî ew qayîl bûye, têkoşîna devjêberdanê ya tiryakê bo wê hêsantir bûye. H.E ya ku ev 7 sale hewl dide xwe ji tiryakê rizgar bike, hêj jî dermanan bikar tîne.

H.E ya ku bi piştgiriya dayîka xwe vê pêvajoyê rêve dibe, wiha got, “Dayîka min bo ku ez werim dermankirin gelek piştgirî da min. Dema min tiryak bikardianî hişê min ji serê min diçûn. Piştî demekê êdî min got, ‘Heyfa min e’. Zarokek min jî heye. Ez neçar im. Xwedî li wê jî derkevin. Niha her meh ez diçim navendê û dermanan distînim. Her wiha ez bi derûnînas re hevdîtinan pêk tînim. Niha rewşa min baştir e. Êdî ez dizanim ez ê çi bikim. Dema ku dilê min çû tiryakê êdê ez dizanim ew ê çewa tevbigerim.”

‘Di jiyana min de tenê av tiryak û xew hebû’

H.E derbarê jiyana xwe ya beriya bikaranîna tiryakê de jî vegot û wiha axivî: “Ez niha dikarim bi malbata xwe û mirovên din re biaxivim. Xwarin vexwarina min baştir bûye. Dema min tiryak bikardianî di jiyana min de tenê av, tiryak û xew hebû. Niha dema ez kesên hînê tiryakê bûne û bi ambulansê tînin nexweşxaneşyê dibînim, gelek xemgîn dibim. Ew jî bila ne tirsin. Tenê ji bo dev jê berdana tiryakê, bila bi biryar bin.”

‘Sedemên sereke yên aborîne’

Civaknas û Serokê Komelaya Hayatin Renkleri Solmasin-Bila Rengên Jiyanê Neçirmisin Osman Turgut, jî derbarê mijarê de hin nirxandin kirin.

Li Wanê hejmara kesên ketine tora tiryakê ji 10 hezarê derbas bûye - psikolog osman turgut 1 1024x576 1
Osman Turgut

Ew di warê sedemên bikaranîna tiryakê de wekî xala sereke balê dikişîne ser pirsgirêkên aborî û  wiha dibêje: “Ev nexweşiyeke tekekesî nîne. Divê malbat jî were perwerdekirin. Komeleya me ev 5 sale hatiye avakirin û heta niha 350 kesan serlêdan kiriye. Her roj li Wanê em operasyonek narkotîkê dibînin. Li aliyê din yer yek firoşkarê tiryakê (torbaci) 20-30 bikirên wî hene. Ev jî dide nîşandan ku li Wanê hejmara kesên tiryakê bikartînin pir zêde ye

‘Tenê avakirina navendeke AMATEM’ê têra nake!’

Turgut destnîşan kir ku bo têkoşîna li hemberî tiryakê tenê avakirina navendeke AMATEM’ê têrê nake û wiha domand: “Divê bi lez nevendên şewirmendiyê yên malbatê bêne vekirin. Divê ku nexweşên me li bajarê xwe werin dermankirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê hejmara kesên ketine tora tiryakê ji 10 hezarê derbas bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *