Lêçoyînên leşkerî yên cîhanê hatin eşkerekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya derbarê lêçûyinên leşkerî de eşkere kir.

Daneyên enstîtuyê nîşan didin, di navbera salên 2021-2022’an de li cîhanê 2 tirîlyon û 240 milyar dolar ji bo çekan hatiye xerckirin.

Li gorî raporê dewleta herî zêde pereyê xwe daye çekan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Lêçoyînên leşkerî yên cîhanê hatin eşkerekirin - Lecoyinen leskeri yen cihane hatin esekerkirin 1

Lêbelê lêçûyinên global piranî ji ber biçekbûna Ewrûpayê pêk hatiye.

Amerîka di nava salekê de tam 877 milyar dolar ji bo artêşa xwe xerc kiriye.

Çînê bi 292 milyar dolarî di vê mijarê de daye dû Amerîkayê û Rûsya jî bi 86 milyar dolaran bûye welatê sêyemîn.

Hîndistan welatê çaremîn û Erebistana Siûdî jî welatê pêncemîn e ku parçeyeke mezin a butçeya xwe ji bo çekan terxan (tehsîs) kirine.

Hukumeta New Delhiyê 81 milyar dolar û ya Riyadê jî 75 milyar dolar pere ji bo çekan xerc kirine.

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Li cîhanê li gorî butçeya xwe welatê herî zêde ji bo artêşê mesref kiriye Ukrayna ye.

Rêvebiriya Kiewê ji ber şerê wê yê bi Rûsyayê re lêçûyinên xwe ji sedî 640 zêde kirine.

Ev mîqtara zêde ya pereyan jî dike ji sedî 34 hemû butçeya Ukraynayê.

Şerê Ukraynayê bûye sebeb hemû welatên rojhilat û li bakurêrojhilatê Ewrûpayê zêdetir pere ji bo artêşên xwe veqetînin.

Fînlandiya ji sedî 36, Lîtwanya ji sedî 27, Swêd ji sedî 27 û Polonya ji sedî 11 butçeya xwe ya leşkerî zêde kirine.

Brîtanya û Tirkiye

Lê ji aliyê zêdebûna pereyên ji bo artêşê hatiye veqetandin Brîtanya li Rojava û Navenda Ewrûpayê bûye welatê yekemîn.

Lêçoyînên leşkerî yên cîhanê hatin eşkerekirin - Lecoyinen leskeri yen cihane hatin esekerkirin

Ev welat ji 68 milyar dolarî zêdetir ji bo artêşê veqetandî ye ku ev jî dike ji sedî  3.6 butçeya wê.

Balkêşe ku li gorî rapora SIPRI’yê lêçûyinên leşkerî yên Tirkiyeyê di sala 2022’an de kêm bûye.

Tirkiye par ji sedî 26 kêmtir pere ji bo artêşa xwe veqetandî ye ku ev jî dike 10.6 milyar dolar. (ÎnfoWelat)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lêçoyînên leşkerî yên cîhanê hatin eşkerekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *