Li Afrîkayê ku pêla darbeyên leşkerî tê jiyandin rewş bi aloze

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Parzemîna Afrîkaye ev demeke pêla darbeyên leşkerî tê jiyandin. Piştî Malî û Bûrkîna Fasoyê herî dawî artêşa Dewleta Nîjerê jî dest danî ser rêveberiya vî welatî.

Li gor nûçeya ÎnfoWelatê, leşkerên derbekar serokomarê Nîjerê Muhammed Bazûm ji kar daxistin.

Cûntaya leşkerî rewşa aloz a ewlekariyê, aboriya lawaz û rêvebiriya bêkêr wekî sebeba derbeyê nîşan da.

Bi derbeya leşkerî re, tevgera li kolanên Nîjerê zêde bû û çalakgerên sivîl êriş birin ser sefaretxaneya Fransa û hin welatên rojava.

Bi van çalakiyan jî diyar bû, cûntaya leşkerî wê wekî ya li Maliyê dijberiya Fransayê bike.

Fransa di cî de reaksiyon nîşanî derbeyê û êrişên li dijî sefaretxaneya xwe da û alîkariya ji bo Nîjerê rawestand.

Amerîka jî bê helwest nema û da xuyakirin, eger serokomarê Nîjerê neyê berdan ew ê tedbîran li dijî vî welatî bigire.

ECOWAS’ê heftêyekê dem da cuntayê

15 dewletên Afrîkayê ku di Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) de tên temsîlkirin, ji bo destê xwe ji rêvebiriyê vekişîne hefteyeke dem dan artêşa Nîjerê.

ECOWAS’a ku piraniya wan ji koloniyên berê yên Fransayê pêk tê da zanîn, eger cûnta paş ve gav navejê ew dikare “midaxaleyê” Nîjerê jî bikin.

Herwiha, Ecowas bi vê daxuyaniya hişk re li hemberê Nîjerê ambargoya aboriyê ragihand.

Yekitiya Ewrûpayê (YE) jî helwesta xwe ya li hemberê derbeya Nîjerê bi daxuyaniyeke ragihand.

Şefê dîplomasiya YE’yê Josep Borrell got, ew ji Nîjerê daxwaz dikin biryara ECOWAS’ê pêk bîne.

Nîjer welatekî li Rojavayê Afrîkayê ye ku piraniya erdên wê ji Çola Sahrayê pêk tê.

Nifûsa Nîjerê ku yek ji welatê herî xizan ê cîhanê ye bi qasî 25 milyon e.

Nîjer di 1960’an de ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.

Ji dema serxwebûnê heta niha li welêt çar caran derbeyên leşkerî çêbûne.

Cara dawî, artêş di 2010’an de dest danîbû ser îktîdarê.

Nîjer heta dema darbeya leşkerî yek ji welatê herî bi îstikrar ê Rojavayê Afrîka û Sehrayê dihat qebûlkirin.

Ji ber vê taybetiya wê, Amerîka û Fransa vî welatî li vê herêma aloz wekî “modela îstiqrarê” nîşan dida û pê re  hevkariya wê dikirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Afrîkayê ku pêla darbeyên leşkerî tê jiyandin rewş bi aloze

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *