Li Agiriyê qeza: Kesekê jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di encama qezaya tirafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li devera Gundê Mûsûn ê bi ser navçeya Bazîda Agiriyê, otomobîlek û kamyoneke sergîn barkirî li ser rêya D-100 li hev qelibîn.

Piştî qezayê tîmên hewarçuyînê ji cihê bûyerê re hatin şandin.

Li gor zanyariyan di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn û piştî mudaxaleya pêşîn, birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê hatin veguhestin.

Encax, birîndarê bi navê C.T tevî hemû mudaxaleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Dermankirina 9 birîndarên din li nexweşxaneyê berdewam e.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Agiriyê qeza: Kesekê jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *