Li Almanyayê nêzî 30 hezar karkeran dest bi grevê kirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Almanyeyê bi daxwaza zêdekirina heqdestê, nezî 30 hezar karkeran dest bi grevê kir.

Li Almanyayê karmendan pêşniyar kiribû ku heqdestê karkeran ji sedî 5 were zêdekirin. Her wiha sendîqa jî li bendê bûn ku ji sedî 10 zem were kirin. Ji ber vê aloziyê, sendîkayan dest bi grevê kirin. Sendîkayên EVG û Ver.di, pêşengiya grevê dikin.

Sendîka dixwazin heqê wan ji sedî 10 zêde bibe. Li gorî Deûstshce Bahnê ya ku şîrketa rêya hesinî ye, li temamê welat seferên trênan û xetên herêmî hatine sekinandin.

Li gelek balefirgehan seferên balefiran jî betal bûn. Di nav van de balefirgeha mezin a Frankfurt û Munihê jî heye. Di heman demê de sektorên çûn û hatina li ser behrê, şîrketên taybet ên otobanê û veguhestina herêmî jî ketin grevê.

Li gorî EGV ji destê sibehê de di sektora rêya hesinî de 30 hezar karkeran, kar dane sekinandin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Almanyayê nêzî 30 hezar karkeran dest bi grevê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *