Li Bakûrê Suriyeyê du ciwan di çemê Feratê de xeniqîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarokê Ebû Hemam ê bi ser Dêrezor ya Bakûrê Suriyeyê du ciwan di Çemê Feratê de xeniqîn.

Li gor agahiyan, li bajarokê Ebû Hemam ê li ser Çemê Feratê ku 85 kîlometreyan ji rojhilatê Dêrezorê dûr e, du ciwanên bi navê Fayiz Salih Dawî û Elî Xilêf Dehir di Çemê Feratê de xeniqîne.

Hatiye ragihandin ku her du ciwan duh di çem de xeniqîne, lê heta niha cenazeyê wan nehatine dîtin û bo tîtîna cenazeyan lêgerîn didomin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka demsala Havînê ve peywirdaran li herêmên derdora Çemê Feratê bo ku li vê deverê avjenî neyê kirin, kampanyayek dane destpêkirin, lê mixabin tevî hemû hişyariyan jî heta niha 3 ciwanan di çemde jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Dêrezorê di sala 2022’an de jî, zêdeyî 20 kes di Çemê Feratê de xeniqî ne. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Bakûrê Suriyeyê du ciwan di çemê Feratê de xeniqîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *