Beriya eyda Qurbanê otêlên Wanê tuje bûne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Turîstên Îranî ku piranî Wanê tercih dikin, beriya eyda Qurbanê otêlên li bajêr dagirtin.

Bi hezaran turîstên Îranî ji bo derbaskirina eyda xwe hatin Wanê.

Turîstên Îranî bi ser deriyê Sînor yê Kapikoy a navçeya Seraya Wanê têne Tirkiyeyê. Beriya eyda Qurbanê bi hatina turîstên Îranî di otelan de cih nemaye.

Her wiha hatina turîstan ji bo aboriya bajêr bûye çavkaniyeke sereke. Turîst nava rojê danûsitandinê dikin, êvaran jî li mekanên li gorî çand û edetê xwe, bêhna xwe vedidin.

Yunus Yukselê xwediyê Otêla Haldî ya 4 stêrk a li Wanê xizmetê dide, diyar kir ku ji ber Eyda Qurbanê rêjeya tijîbûna otêlan gihîşt ji sedî 100 û mehek berê rezervasyon tijî bûn.

Yuksel wiha axivî, “Ji ber Eyda Qurbanê rêjeya tijîbûna otêlan gihîşt ji sedî 100. Me mehek berê rezervasyon girtin. Parêzgeha me ya Wanê bi xweza, çand, dîrok û gola xwe di terciha yekem a turîstên Îranê da cih digire. Turîstên Îranî yên tên vir ji xwe ra li cihên dîrokî û turîstîk digerin. Turîst nava rojê danûsitandinê dikin, êvaran jî li mekanên li gorî çand û edetê xwe, bêhna xwe didin û vedihesin û her wiha sûd û mefayeke baş didin aboriya bajêr.”

Turîstê Îranî Jiyan Behnamzede jî wiha axivî, “Em seba betlaneya Eyda Qurbanê hatin vir. Wan bi xweza, çand, dîrok û gola xwe va bajarekî pir sipehî ye. Turîstên Îranî yên tên vir pir memnûn dimînin. Ji ber betlaneya eydê gelek Îranî dê bên vir û vir dê pir qelexbalix bibe.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Beriya eyda Qurbanê otêlên Wanê tuje bûne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *