Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de eşkere kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora xwe ya çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê eşkere kir.  Di raporê de hatiye diyarkirin ku Tirkiyê ji bo hilbijartineke demokratîk prensîbên bingehîn bicih neanîne.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, li ser vexwendina Parlamentoya Tirkiyê bi 40 parlamenteran çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê kiribû. Konseyê rapora çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê belav kir.

Li gor nûçeya Deutsche Welle (DW) ya Almanyayê rapora Konseya Ewropayê îro li Strasbourgê dê bê gotûbêjkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku beşdariya zêde ya hilbijartinê tevî hemû zehmetiyan ji bo nîşaneya berxwedêriya demokrasiya Tirkiyê tiştekî erênî ye û demokrasiyên Ewropayê dikarin ji vê yekê mînak werbigirin. Her wiha daxistina benda hilbijartinê ji %10 ji bo %7 jî wek pêngaveke êrênî hatiye pênasekirin.

Di raporê de hatiye gotin, “Tirkiyê ji bo hilbijartineke demokratîk prensîbên bingehîn cibicîh nekirin. Serokkomar, wezîr û partiya desthilatê awantajeke neheq û sûd ji medyaya neserbixwe wergirtin.”

Her wiha di raporê de bal hatiye kişandin ku serokkomar bi derfetên dewletê kampanyaya xwe birêve biriye û wiha hatiye domandin: “Hinek partî û siyasetmedarên muxalefetê hatine tirsandin, rûbirûyê zextan mane û kampanya û çalakiyên wan hatine astengkirin. Li dijî civîn, rêxistinbûn û azadiya derbirînê zext hebûn û bi vî awayî rê li ber beşdarbûna kampanya hilbijartinê ya partiyên siyasî, civaka sivîl û medya serbixwe hatiye girtin.”

Li aliyê din, di raporê de Destya Bilind a Hilbijartinan (YSK) jî bûye armanca rexneyan û ew di warê ‘Nezalalî’ û ‘kêmasiyên ragihandinê’ de hatiye rexnekirin.

Konseya Ewropa dibêje, di çarçoveya zagonî ya derbarê hilbijartinê de kêmasî hene û ji bo pêkanîna hilbijartineke demokratîk bingeheke hiqûqî ya saxlem nîne û ev jî di demên krîtîk de gumanê li ser hilbijartinê çê dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de eşkere kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *