Qeyrana dermanan her diçe kûrtirr dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Odeya Dermanfiroşên Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fikret Baransel, diyar kir ku qeyrana dermanan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke kronîk û got: “Nexweş nikarin bigihîjin mafê xwe yê tenduristiyê û dermanfiroş li ber topavêtinê ne.”

Li Tirkiyeyê ji ber ku nirxê dovîzê hember TL her diçe zêtetir dibe, ev yek di serî de bandorê li ser sektora dermanan dike. Li welat ji sedî 80’ê dermanên, tên bikaranîn ji derve tên standin, madeyên xam ên dermanên ku tên hilberandin jî ji derve tên peydakirin. Ji ber qeyrana ku li pergala tenduristiyê jî ketiye, dermanxane nikarin derman peyda bikin. Ev rewş hem dermanfiroşan hem jî welatiyan şerpeze dike. Dermanfiroş diyar dikin ku bi taybetî dermanên nexweşiyên penceşêrê û yê zarokan li dermanxaneyan nayên bidest xistin.

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrullah Fikret Baransel diyar kir ku ji sedî 30’ê dermanan li piyasayê nayên peydakirin, ji sedî 70 heta 80’ê dermanên mayî jî ne mayînde ne û ev rewş bûye pirsgirêkek mayînde ya welêt.

Qeyrana dermanan her diçe kûrtirr dibe - Hayrullah Fikret Baransel

 ‘Ji sedî 30’ê dermanan nayên peydakirin’

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotanyayê, Baransel aniye ziman ku rêjeya dermanên ku dem bi dem li piyasayê nayên peydakirin digihêje ji sedî 30’ê û wiha dom kir: “Em hewl didin nexweşên xwe bê derman nehêlin. Em difikirin ku pirsgirêka herî girîng ji nirxa danûstendinê ya sabît a ku ji bo bihayên dermanê hatiye destnîşankirin derdikeve. Ji ber ku ji sedî 25’ê nirxê wê ye, lê ji bo dermanan Euro 10,75 qirûş e. Ji du caran zêdetir cudahî heye. Niha cudahiyek pir cidî çêbûye, li gorî vê cûdahiyê em niha dikarin bibînin ku pirsgirêka dermanan kûrtir û kronîktir bûye.”

‘Sektor girêdayî derveyî welat dixebite’

 Baransel bal kişand ku sektora dermanan piranî girêdayî derveyî welat dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş herî zêde bandorê li me dike. Rêjeya ku her diçe zêde dibe herî zêde bandorê li me dike û di sibeha wê rojê de bihayê dermanan jî zêde dibe. Gava duyemîn a vê yekê bê guman ew ku xwe di nexweşan de dide nîşandan. Nexweş nikarin xwe bigihînin dermanan. Jixwe demeke dirêj ev pirsgirêk hebû. Vê gavê, pirsgirêka ku di hin komên dermanan de dest pê kiriye, kûrtir bûye. Şirûbên zarokan nîn in, ji bo nexweşiyên demarî dermanên norolojîk nîn in. Ev dermanên pir krîtîk in. Bi taybetî ez dikarim bibêjim ku hin dermanên nobedê li bazarê nînin. Ji sedî 70-80’ê van dermanan pirsgirêka dabînkirinê heye. Niha, li cihekî ku nexweş nikaribin bigihêjin ewqas derman, mafê wan ê tenduristiyê jî nayê bidestxistin.”

‘Lêçoyîn zêde bûne’

Baransel da zanîn ku ev pêvajoya ku bi guherandina dovîzê dest pê kir, di nexweşan de bi awayekî pir cuda derketiye holê û diyar kir ku dermanxaneyan jî para xwe jê digirin. Baransel destnîşan kir ku bi taybetî li Tirkiyeyê enflasyon di asteke bilind de ye, yekane tişta ku bihayekî wê ya sabit heye û naguhere derman in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku bihaya dermanan naguhere, rêjeya qezenca me jî naguhere. Me tu carî doza bilindbûna dermanan nekir. Lê belê di encamê de dermanxane saziyên ku bi dermanan re eleqedar dibine. Ji ber vê yekê di bihayê dermanê de tu qezenc tune ye lê ji hêla din ve tiştên lêçûnê zêde dibin. Di demeke pir kin de mûçeya herî kêm ji 3 hezar û 500 TL bû 8 hezar û 500 TL. Niha tê gotin ku mûçeya herî kêm dê bibe 12 hezar TL. Lê di vê paralelê de qezenca dermansaz zêde nebû û di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişîne. Em dibînin ku dermanxane di nava pirsgirêkeke aborî ya pir giran de ye û hatiye wê astê ku dermanfiroş li ber topavêtinê ne. Ji sedî 30’ê dermansazên li Tirkiyeyê bi berdewamî bi krediyan dermanxaneyên xwe li ser pêya digirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeyrana dermanan her diçe kûrtirr dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *