Li Bokanê mihrîcana ‘Şanoya Kolanê’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cara yekan li bajarê Bokan a Îranê “Mihrîcana Şanoya Kolanê ya Çiyayê Naleşikênê’ tê lidarxistin. Mihrîcan wê li nava kolanan 3 rojan berdewam bike.

Ji bajarê Urmîyê 12 komên şanoyê beşdarî vê mîhrîcanê dibin û tê payîn, di nava 3 rojan de li kolanên Bokanê û 8 gundên mezin ê bi ser vî bajarî lîstikên şanoyê bên lîstin.

Mihrîcana Şanoya Kolanê ya Naleşikêne, yekem mîhrîcana şanoya li kolanan a li bajarê Bokanê ye. Dihate xwestin ku destpêkirina mihrîcanê bi boneya 50’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Zîrek, li ser gora wî bê destpêkirin, encax ji ber sedemekê ku nehatiye ragihandin, merasîma vekirinê ji bo parka Milet a Bokanê hat veguhastin.

Komîteya mîhrîcanê diyar kir ku hewl didin, di salên bê de tîmên şanoyê yên ji bajarên din jî tevli mîhrîcanê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ‘Naleşikên’ çiyayekî nêzîkî Bokanê ye û gora hunermend Hesen Zîrek li vir e.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Bokanê mihrîcana ‘Şanoya Kolanê’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *