Li Colemêrgê hemû cure çalakî hatine qedexekerin

featured
Bajarê Colemêrgê/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Colemêrgê hemû çalakî bi ser biryara walitiyê bo 15 rojan hatiye qedexekirin.

Walîtiya Colemêrgê ragihandiye ku qedexeya xwepêşandan û çalakiyan, bajêr bo 15 rojan careke din hatiye dirêjkirin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û standan û çalakiyên din ji 21’ê Hezîranê heta 5’ê Tîrmehê hatine qedexekirin.”

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku, qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016’an ve berdewam e û her 15 rojan carekê tê dirêjkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê hemû cure çalakî hatine qedexekerin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *