Li Edene û Mêrsînê operasyona DAIŞ’ê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên Edene û Mersinê ji bo desteserkirina 21 endamên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve operasyonek hat lidarxistin.

Li gor agahiyan, li Edeneyê vê sibê hêzên ewlekariyê yên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê, bi hinceta ku beriya niha di nava DAIŞ’ê cih girtine, bo desetserkirina 10 gumanbaran operasyonek dan destpêkirin.

Di operasyonê de hêzên ewlekariyê bi ser 10 malan de girtin û 10 gumanbar desteserkirin.

Kesên desteserkirî ji bo wergirtina îfadeyên wan, bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatine veguhastin.

Li Mêrsînê jî bi hincetê endamtiya DAIŞ’ê ji bo desteserkirina 11 kesan bi tewlibûna 250 polîsan, operasonek hate lidarxistin

Di operasyonê de hêzê polîsan bi ser hejmarek zêde malan de girtin. Derbarê encamên operasyonê de li Mêrsînê hêj tu daxuyanî nehatine dayîn.

Operasyona hêzên ewlekariyê li bajarê Mêrsînê hêj jî berdewam dike. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edene û Mêrsînê operasyona DAIŞ’ê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *