Li Efxanîstanê 8 jin hatin girtin

featured
MA/Arşîv
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Efxanistanê 8 jinên ku li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didan, hatin girtin.

Piştî ku Talîban li Efxanistanê bû îktîdar, zextên li ser jinan jî zêde bûn. Hêzên Talîbanê bi ser malên 8 jinên berxwedêr de girtin û ew dester kirin. Piştî desteserkirinê hate hînbûn ku her 8 jin jî hatine girtin.

Ji damezirînerên Tevgera Protestoyê ya Koma Yekitî û Piştevaniya Jinan a Efxan Dr. Zahra Haqparast ji bo Ajansa Nûçeyan a Jinan axivî û piştrast kir ku jinên ku Talîban protesto dikirin ji hêla hêzên Talîbanê ve hatine girtin.

Talîbanê heta niha jî têkildarî jinên hatine girtin de tu daxuyanî nedane û nayê zanîn bê ka jinên girtî birine ku derê.

Di vê navberê de, dîmenekê dema desteserkirina jinan hate bidestxistin û di dîmen de hêzên Talîbanê sedema serdegirtina malê û desteserkirinê weke “têkoşîna li dijî Talîbanê” nîşan didin.

Navên 6 jinên hatine girtin wiha ne: “Hajar, Hasina Sarvari, Farida Mohib, Tula Atai, Limah û Xatul.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Efxanîstanê 8 jin hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *