Zarokekî bi çifteyê xwîşka xwe kuşt

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Sasonê ya Êliha zarokekî 5 salî, bi çifteya bavê xwe xwişka xwe ya 2 salî kuşt.

Li gorî agahiyan li gundê Cilkansê yê Sasonê, dema zarokê bi navê Y.E.Ç. bi çifteya bavê xwe dilîst, bêhemdê xwe gule berda xwîşka xwe ya 2 salî.

Di bûyerê de D.Ç’ya 2 salî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê D.Ç. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê.

D.Ç’ya 2 salî, tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Zarokekî bi çifteyê xwîşka xwe kuşt

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *