Nivîskarên Weşanxaneya Sîtavê dê li Geverê pirtûkên xwe îmze bikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskarên Weşanxaneya Sîtavê dê li navçeya Gevar a Colemêrgê pirtûkên xwe îmze bikin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, 24’ê Tebaxê dê bi beşdariya nivîskarên Weşanxaneya Sîtavê yên wekî Enver Ozkahraman, Silêman Feqiyanî, Wasfî Ak û Besîm Baykal bernameyeke îmze û guftugoyê bê lidarxistin.

Bername wê di navbera saet 15.00 û 18.00’an de li Cîlo Saklibehçeyê bê lidarxistin.

Her wiha saziyên wekî TMMOB, Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, DÎSK, Odeya Endezyarên Înşaatê ya Geverê, KESK û Cîlo Sakli Bahçe jî piştgirî didin bernameyê.  

Weşanxaneya Sîtavê çend sal beriya niha li Wanê hatiye avakirin û piranî pirtûkên Kurdî çap dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskarên Weşanxaneya Sîtavê dê li Geverê pirtûkên xwe îmze bikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *