Li Erdexanê ji ber bahozê banên xaniyan firiyan

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erdexanê ji ber bahozê banên hinek xaniyan firiyan û zerar gihişt otomobîlan.

Li Erdexanê duh êvarî piştî baranê bahoz rabû û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Ba û bahozê li taxa Înonuyê ya navenda bajêr û li gundê Sînotê yê navçeya Mardenîkê zerar da banê hin avahiyan.

Ew kelûpelên ku bi tesîra bahozê ji ser banan firiyan li taxa Înonuyê bi ser 2 otomobîlên parkkirî de ketin û zerar gihand wan.

Herwiha ji ber bayê bihêz beşek ji hêlên elektirîka nav bajar jî têkçûn û tîman ji bo çêkirina wan dest bi xebatan kir.

Li Erdexanê ji ber bahozê banên xaniyan firiyan - Li Erdexane ji ber bahoze banen xaniyan firiyan 2

Welatiyê bi navê Bulent Koksoy diyar kir ku ew ji nişkekê ve rûbirûyî bahozê bûn û piştî ku dîtiye banê xaniyên wan firiyane aliyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirine.

Bulent Koksoy got, “Êvarî bahoz rabû û ban firandin. Ew kelpûlên ku ji banan firayane zerer gihand otomobîla me. Karesateke xwezayî ye.

Me saziyên dewletê agahdarkirin. Me agahî da tîmên parastina sivîlan, parêzgarî û şaredariyê. Bahoz ewqasî bihêz bû hêla elektirîkê jî têk bir. Niha heval hatine û elektirîkê çêdikin. Zerer mezin e.”

Rayedaran ji ber baran û bahozê hişyarî da welatiyan.(Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erdexanê ji ber bahozê banên xaniyan firiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *