Li Erziromê 2 zarok di avê de fetisîn

featured
Wêne: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Xinûsê ya Erzeromê ji 7 zarokên keç ên ku ketibûn golekê 2 ji wan fetisîn.

Li Taxa Akbayirê ya navçeya Xinûs a Erziromê duh, 7 zarokên temenê wan di navbera 9 û 12’an de, bêyî agahdariya malbatên xwe ji bo avjeniyê çûn goleke ku ji bo sewalan hatibû çêkirin.

Ji 7 zarokên ku ketin gola ku binê wê herî bû, 3 ji wan di bin avê de winda bûn.

Hevalên wan zarokan malbat ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê malbat û gundî bi hawara zarokan ve çûn.

Zaroka bi navê Ecrîn Coşkuna 9 salî bi saxî ji golê hat derxistin.

Coşkun piştî dermankirin destpêkê ya li Nexweşxaneya Xinûsê bi helîkopterê veguhestine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erziromê.

Gundiyan piştre ji bo dîtina zarokên bi navên Elîf Berfîn Demîr (12) û Serayî Çelîk dest bi xebatê kirin.

Piştî demekê cenazeyên her du zarokan jî ji golê derxistin û birine morga Nexweşxaneya Erziromê.

Malbat û xizmên zarokan çûn nexweşxaneyê û li ber deriyê nexweşxaneyê şîn girêdan û li ser zarokên xwe lorandin.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê gol hatiye valakirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erziromê 2 zarok di avê de fetisîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *