Li Birîtanyayê varyanta nû ya Covît-19’ê cara ewil hate tespîtkirin

featured
Wêne: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ajansa Ewlehiya Tenduristiyê ya Brîtanyayê (UKHSA), daxuyand ku varyanta Covît-19’ê ya nû “BA.2.86” piştî Îsraîl û Danîmarkayê, li Brîtanyayê jî hatiye dîtin.

Li gor dağuyaniya ji aliyê UKHSA’ê ve hatiye belavkirin, varyanta nû daku wekî binevaryanta Omicronê derketiye holê, li ser kesekê di van demên nêz de qet rêwîtî nekiriye, hatiye dîtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate derbirîn ku “BA.2.86”, naşibe varyantên heyî û Omicronê, her wiha di warê genomê de dûrê van herdû varyantan e. Lê belê hate gotin ku vê varyanta nû gelek mûtasyon derbas kirin e.

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku ev varyant li ser kesekî ku di van demên dawî de get seyahat nekiriye, derketiye holê û hate diyarkirin, ev jî nîşan dide di nava welat de nexweşî zêde bûye. Her wiha hate daxuyandin ku derbarê taybetmendiyên vê varyanta nû de heta niha zanyariyên berbiçav nehatine bidestxistin.

Rojnameya Şarkul Avsatê ku navenda wê li Londrayê ye, ragihandiye Nêrînên Alîkarê Serokê UKHSA’yê Meera Chand jî di daxuyaniyê de cih girtine û wê/wî wiha gotiye: “Li Brîtanyayê vakayek hatiye tespîtkirin. UKHSA niha nikare nirxandineke têr û tuje bike. Lê di demên pêş de wê zêdetir agahî bêne parvekirin. UKHSA dê bi berdewami rewşê ji nêz ve dişopîne û encamên analizan ji dema hatin bidestxistin, dê bên weşandin.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (RTC) di daxuyaniya xwe ya duh hatibû weşandin de biboneya ku gelek mûtasyon derbak kirine, varyanta “BA.2.86”’yê wekî “Varyanta di bin çavdêriyê de” pênase kiribû.

RTC’ê diyar kiribû ku hêj nû ji çend welatan rapor hatine û da zanin ku a niha di kategoriya “ya divê di bin çavdêriyê be” de 3 û di kategoriya “Ya di bin çavdêriyê” de 7 varyant hene.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Birîtanyayê varyanta nû ya Covît-19’ê cara ewil hate tespîtkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *