Li Urmiyeyê hişyariya lehiyê hat dayin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûrê Meteorolojiyê yê Urmiyeyê hişyariyê dide ku dê ji ber baraneke gur lehî rabe û ji welatiyan xwest ku nêzîkî çeman nebin.

Midûrê Meteorolojiyê yê Urmiyeyê Mehdî Sabirî ragihand ku pêleke xurt a baranê dê bajêr bide ber xwe.

Mehdî Sabirî ji ber vê yekê jî ji welatiyan xwest ku nêzîkî çem û newalan nebin û ji wan dûr bikevin.

Sabirî herwiha diyar kir ku ji dê bayekî xurt li seranserî bajarê Urmiyê û bajarên din ên Kurdan çêbe û li piraniya bajaran esman ewravî ye.

Mehdî Sabirî destnîşan kir ku pêla barana xurt heta êvara roja yekşemê dê berdewam bike û dê pileyên germahiyê ji 40 pileyî dakevin 20 pileyî.

Meteorolojiya Urmiyê diyar kir ku li navçeyên çiyayî jî pileya germahiyê dê 12 pileyan dakeve. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Urmiyeyê hişyariya lehiyê hat dayin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *