Hunermend Rewşan Wan jî di nav de dê li 15 bajaran konser bide

featured
Wêne: X
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Rewşan Çelîker bajarê Wanê jî di nav de, dê li 15 bajaran konser bide. Konsera Wanê di 28’ê Îlonê de dê bê lidarxistin.

Hunermenda navdar a kurdan Rewşan Çelîker ku stranên wê li ser lêva hemû kesîne, dest bi rêzekonseran dike.

Rewşan, konserên xwe dê hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî welat lidar bixe. Hunermenda ku di warê mûzîka Kurdî de gelek serkeftiye, di 28’ê Îlonê saet 19.30’an de, dê li Uygulama Otelî ya li navçeya Artemêrt a Wanê derkeve pêşberî heskiriyên xwe yên Wanî.

Rewşan Çelîker a eslê xwe ji Navçeya Tetwana Betlîsê ye, ev demek dirêje bi mûzîkê re eleqeder e û di qada navnetewî de baş tê nasîn.

Rewşanê, bernameya konseran li ser hesaba xwe ya medya civakî parve kir.

Bernameya rêzekonserên Rewşanê wiha ye:

28’ê Îlonê li Wanê

6’ê Cotmehê li Enqereyê

11’ê Cotmehê li Rotterdama Hollandayê

12’ê Cotmehê li Essena Almanyayê

13’ê Cotmehê li Frankfurta Almanyayê

14’ê Cotmehê li Kolna Almanyayê

15’ê Cotmehê li Genta Belçikayê

25’ê Cotmehê li Mersînê

26’ê Cotmehê li Edeneyê

27’ê Cotmehê li Rihayê

17’ê Mijdarê li Stenbolê

15’ê Berfanbarê li Êlih

16’ê Berfanbarê li Amed

17’ê Berfanbarê li Mêrdînê

Kesên ku dixwazin biçin konserê dikarin ji vê lînkê bilêtan bistînin: Biletix

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Rewşan Wan jî di nav de dê li 15 bajaran konser bide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *