Li Erziromê penaberên Efxanîstanî hatin dersînorkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erziromê 272 panaberên Efxanistanî hatin dersînorkirin.

Îdareya Koçê ya Erziromê ragihandiye ku 272 penaberên Efxanîstanî bi balafirê ji bo paytext Kabil a Efxanîstanê hatine dersînorkirin.

Wezareta Navxweyî destnîşan kiriye ku ji 1’ê Çile heta 5’ê Çileya 2023’an li tevahiya Tirkiyeyê hezar û 28 penaber hatine dersînorkirin ku 477 ji wan Efxanîstanî, 11 Pakîstanî û 540 penaberên din ji welatên cuda bûne.

Li gor agahiyan penaberên ku heta niha li navendên dersînorkirinê mane, 20 hezar û 497 kes in. Ji vê hejmarê 5 hezar û 411 penaber Efxanîstanî ne, 3 hezar û 866 Pakîstanî û 11 hezar û 220 penaberên din ji welatên cuda ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku, sala borî rê li ber 280 hezar û 206 penaberan hatiye girtin ku hewl dane derbasî nav axa Tirkiyê bibin. Li aliyê din 236 hezar û 572 penaber jî hatine desteserkirin û ji wan 124 hezar û 441 penaber bo welatên wan hatine dersînorkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erziromê penaberên Efxanîstanî hatin dersînorkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *