Li Erziromê şewat: 7 mal şewitîn

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Nûrgahê ya Erziromê, li gundekî ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket û 7 mal û 8 axur şewitîn.

Li gundê Koskorê yê navçeya Nûrgahê şeva borî ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi banê xaniyekî ket û ji ber bayê zêde belav bû.

Li ser agahdarkirinê ji Bayburt, Erzirom û navçeyên Nûrgah û Îspirê tîmên agir vemirandinê şandin cihê bûyerê.

Agir piştî xebatên 5 saetan hat vemirandin.

Di encama şewatê de li gund 7 mal û 8 axur şewitîn.

Waliyê Erziromê Mustafa Çiftçi çû serdana gund û got: “Agir demjimêr 6:30ê êvarî dest pê kiriye. Li gor zanyariyên destpêkê 7 mal û 8 axur şewitîne. Dê tîmên me zerara gundiyan tespît bikin. Spas ji Xwedê re kesekî canê xwe ji dest nedaye û ti ajel mirar nebûne.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erziromê şewat: 7 mal şewitîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *