Li Wanê di serdagirtina gundekê de du kes hatin kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqeliyê ser bi Wanê, leşkeran bi ser malekê de girtin û di operasyonê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, roja 31ê Tebaxê piştî nîvro leşkeran li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê bi ser malekê de girt.

Li gor zanyariyan leşkeran gund dorpêç kir û du saet û nîv operasyonê berdewam kir.

Leşkeran di operasyonê de xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kir.

Cenazeyê kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran canê xwe ji dest dan, ji bin kavilan hatin derxistin.

Lê nehat zanîn ku ew 2 kes kî ne û termên wan birine ku derê.

Li aliyê din Wezîrê Karê Hundirîn Alî Yerlîkaya bi ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê heman operasyonê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn di encama operasyonê de 2 PKK’î hatine kuştin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê di serdagirtina gundekê de du kes hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *