Li Erziromê welatî di bin berfê de ketin rêza goştê erzan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erziromê ku navendeke sereke ya sewalkariyê ye, welatî di bin berfê de ketin rêza goştê erzan.

Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztrak li ser hesaba xwe ya Twîtterê dîmenek parve kir. Di dîmenê de tê dîtin ku welatî tevî barîna berfê û sir û seqemê, li ber deriyê Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyê ketine rêzê, daku kîloyek goştê li gor bazarê hinekî  erzantir, bo fitara xwe bibin malên xwe.

Oztirak tevî dimêne peyamek jî weşandiye û rexneyan li hiqumetê dike. Oztrak dibêje: “Dîmenê sala 2023’ê yê Tirkiyê ku hikûmeta 21 salî  wek “Serdema vejînê” binav dikir. Di sir, serma û zivistana Erziromê de rêza goştê erzan.”

Li market û qesabxaneyan kîloya qîme di navbera 200 heta 250 lîreyan de ye û kîloyek goştê tike jî di navbera 250 heta 300 lîreyên Tirk de ye. Lê li Saziya Goşt û Şîr a Tirkiyê kîloyek qîme bi 100 lîre û kîloyek goşt jî bi 100 heta 150  lîryan tê firotin. Welatî ji bo ku bi van nirxên hinekî erzantir, goşt  bikirin bi saetan li ber deriyê navendên Saziya Goşt û Şîr dikevin rêzê.

Hejayî gotinê ku îsal li tevihaya Tirkiyeyê buhayê goşt zêdetirê ji sedî 50’ê bûha bûye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erziromê welatî di bin berfê de ketin rêza goştê erzan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *