Li Gabonê darbeya leşkerî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ragihandina encamên hilbijartinê yên li Gabonê, komeke leşkeran darbeyeke leşkerî pêkanîn.

Di dawiya hefteyê de li Gabonê zêdetirî 800 hezar hilbijêran di hilbijartinên herêmî de ji bo hilbijartina parlamenter, endamên meclisa neteweyî û serokkomar dengê xwe dan. Serokkomarê Gabonê yê 64 salî Alî Bongo Ondimba di sala 2009’an de ev peywir ji bavê xwe dewr girtibû ku bavê wî Omar Bongo Ondimba 41 salan li ser peywirê bû. Ondimba di hilbijartina dawî de cara sêyemîn hate hilbijartin.

Dema dengdayîn didomiya de bi hinceta “bûyerên tundiyê” biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin. Pêşengê muxalefetê Ondo Ossa jî ragihand ku di hilbijartinan de hîle hatiye kirin.  

Komeke leşkeran piştî ragihandina encamên hilbijartinê ketin avahiya televîzyona neteweyî û diyar kirin ku dest danîne ser rêveberiya welêt. Leşkeran, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hilbijartin hatine betalkirin û sînorên welêt hatine girtin Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke hêzên parastin û ewlehiyê, em di Komîteya Derbasbûn û Restorasyonê (CTRI) de bûne yek. Li ser navê gelê Gabonê em vê rejîmê bi dawî dikin û me biryar da ku aştiyê biparêzin.”

Hat zanîn ku li navenda paytexta Gabonê Librevilleyê dengê çekan tê bihîstin.

Komara Gabonê li naverasta parzemîna Afrîkayê cih digire. Li bakûr Kamerûn, Bakûrê Rojava Gîneya Ekvator, Başûr û Rojhilatê Komara Kongoyê cîranên Gabonê ye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Gabonê darbeya leşkerî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *