Li Geverê leşker derketin operasyonê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li Navçeya Gever ya Colemêrgê bi tevlibûna hêzekî berfireh operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.

Li hererê operasyonên leşkerî bê navber berdewam dikin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li navçeya Geverê ya bi ser Colemêrgê li dijî PKKê bi navê “Payîz-Zivistan-5 a Eren Dorpêç” operasyonek hatiye destpêkirin.

Wezaretê ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Geverê, ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Colemêrgê ve bê birêvebirin û 688 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin ku ji 43 tîman pêk tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî li Dêrsîmê operasyoneke leşkerî ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Dêrsîm û Erzînganê ve bi hevbeşî hatibû destpêkirin û 548 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Geverê leşker derketin operasyonê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *