1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Girgumê erdehej çêbû li 10 bajaran herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Girgumê erdehej çêbû li 10 bajaran herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Bazarcixa Girgumê (Mereş) bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserê Tirkiyeyê hate hîskirin. Herwiha li Herema Kurdistanê û li gelek welatên wekî Suriye, Lubnan, Kibris û Misrê jî erdehej hatiye hîskirin. Li gor agahiyên destpêkê li 10 bajaran avahî hilweşiyane û herî kêm 100 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Tomarkirina Erdehejan a Kandîllî ya Tirkiyê ragihand ku vê sibê saet di 04.177an de li navçeya Bazarcixa bi ser Girgumê erdhejek bi hêza 7.4 pileyên rîxterê çêbû.

Enstîtuya Lêkolînên Jeolojî ya Amerîkayê (United States Geological Survey – USGS) jî hêza erdhejê wekî 7,8 pîleya rîxterê ragihand.

Li gor zanyariyan erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û zêdetirî 30 saniyeyan dewam kir. Di encama erdhejê de li deh bajaran hilweşîn çêbûye û nêzî 100 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li Dîlokê du erdhejên cuda

Li aliyê din AFADê ragihand ku saet di 04.26’an de erdhejeke bi hêza 6,4 pêk hat ku navenda erdhejê navçeya Nurdagi ya Dîlokê bûye.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD’ê, erdhej saet di 04.36an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê pêk hat.

Erdheja bi hêza 6,5 rîxter 9,77 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Ji bilî Girgumê ji ber erdhejê li Dîlok, Meletî, Êlih, Çewlig, Xarpêt, Kilîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye û Hatayê hat hîskirin, welatî ji ber erdhejê ji malên xwe derketin.

Li Girgumê erdehej çêbû li 10 bajaran herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da - 48CDD89F 23A9 4D08 AC1C 30CE0A56DBA5 750x422 1

Mirî û birîndar hene

Walîyê Osmaniyeyê Erdînç Yilmaz diyar kir ku li bajêr 34 avahî hilweşiyane, 5 kesan canê xwe ji dest dane û xebatên rizgarkirinê jî berdewam dikin.

Walîyê Rihayê Salih Ayhan ragihand ku ji ber erdhejê 16 avahî hilweşiyane, 17 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî ji ber erdhejê hejmarek avahî hilweşîyan. Hat diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê ji bo kesên di bin kavilan de mane berdewam dike.

Waliyê Amedê Alî Îhsan Su daxuyanî da û got, “6 avahî hilweşiyan, 6 welatiyên me canê xwe ji dest dan, 79 welatiyên me jî birîndar bûne.”

Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn jî diyar kir ku di erdhejê de heta niha 23 kesan canê xwe ji dest dane, 420 kes birîndar bûne, 140 avahî hilweşiyane.

Ji ber erdhejê li Mereş, Kilîs, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Meletî û Hatayê hin avahî hilweşiyan.

Li herêmên ku avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Li Girgumê erdehej çêbû li 10 bajaran herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da - DD3FD910 6D76 43EE B936 48B5F297B98D 690x375 1

Soylu: Me alarm daye

Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu piştî erdhejê daxuyaniyek da û got, “Me alarmeke bi asta 4 ragihand. Ev asteke ku alîkarî ji rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî tê jî xwestin. Heta niha zêdetirî 6 erdhejên piştî ya yekem rû dane ku ya herî mezin 6,6 e.”

Ji Waliyê Dîlokê daxuyanî

Waliyê Dîlokê Davut Gul li ser erdheja bi hêza 7,4an a ku navenda wê Bazarcix a Mereşê ye got, “Ji kêliya destpêkê heta niha 657 rapor gihîştine me, hemû hatin nirxandin, li seranserê erdhejê 531 erdhej hilweşîn hene.”

Li aliyê din Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) piştî erdheja bi hêza 7,4’an li ser têkiliya bi telefonan hişyarî da

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya AFAD hat dayîn de hat gotin, “Di karesat û rewşa awarte de peywendiya bênavber girîng e. Têkiliyên xwe bi servîsa mesajên kurt (SMS) û mesajên ji înternetê bişînin.”

Waliyê Semsûrê Mahmut Çuhadar beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser rewşa dawî ya herêmê axivî. Mahmut Çuhadar diyar kir ku xebatên tespîtkirina xisarê dewam dikin û avahiyên mezin hilweşiyane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Girgumê erdehej çêbû li 10 bajaran herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *