1. Haberler
  2. Aktûel
  3. PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir

PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) li Wanê bo ku malbatên Kurd ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrên, belavok belav kirin.

Endamên Rêxistina PAK’ê yên Wanê, li kolana hunerê hatin cem hev û derbarê dersên bijarte yên Kurdî de belovok dan welatiyan.

Di belavoka PAK’ê de hate bibîrxistin ku li dibistanan, di polên 5,6,7 û 8’an de mafê malbatan heye ku dersa Kurdî (Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e wiha hatiye gotin, “Li gel parastina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya Kurdî jî xwedî derkevin. Malbatên Kurdan çiqasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte yên Kurdî qeyd bikin, dê ewqasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin.”

PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir - PAKe bo dersa bijarte ya Kurdi li Wane belavok belav kir 3

Bi berdewamî di belavoyê de wiha tê gotin: “Zêdebûna daxwaza li mamosteyên Kurdî,  di zanîngehan de, di beşên zimanê Kurdî de dê mamosteyên zimanê Kurdî jî zêdetir bike.

Herweha zêdebûna daxwaza dersa bijarte ya Kurdî, dê bazara pirtûkên Kurdì, bazirganiya bi zimanê Kurdî, bazara televîzyon, fîlm û xebatên cuda cuda yên bi Kurdî jî firehtir bike. Ev yeke jî dê bingehê perwerdeya bi zimanê Kurdî xurtir bike.”

Di belavokê de tevî van gotinan bang ji dewletê jî hatiye kirin û ev daxwaz hatine rêz kirin: “

Ji bo ku dersa  bijarte ya bi zimanê kurdî  ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12’yê be,  divê gavên pêwîst bêne avêtin.

Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.”

PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir - PAKe bo dersa bijarte ya Kurdi li Wane belavok belav kir 2

PAK’ê di belavoka xwe de ji malbatên Kurdan re jî ev bang kiriye:

“Zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.Roja dawî ya serîlêdana ji bo dersa bijarte 20’ê Çileya Paşîna 2023’yê ye.

Piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

Kurdên ku bi kurdî nizanin   hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.

Hemû Kurdên ku bi Kurdî dizanin,  li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jîyana rojane, di bazirganî de zimanê Kurdî bikin zimanê xwe yê esas yê jîyanê.

Hemû  partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên Kurdan;  hemû sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên Kurd, divê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir - PAKe bo dersa bijarte ya Kurdi li Wane belavok belav kir 1

Hemû  partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên Kurdan, karsazên Kurdan, potansîyela Diasporayê ya Kurdan, bi awayekî fiîlî û ji bo li ser Platformên Digital Kurd bikaribin Kurdî fêr bibin divê hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan çêbikin, dibistanan,  qursan, dezgehan û amûran vekin, damezrînin.

Kurdên ku bi Kurmancî dizanin divê hewl bidin Kirmanckî/Zazakî fêr bibin, fêhm bikin; Kurdên ku Kirmanckî/Zazakî dizanin jî divê hewl bidin ku bi Kurmancî fêr bibin, fêhm bikin.

Ji kîjan partîyê dibe bila bibe, em bangî hemû parlamenterên Kurd dikin da ku piştigrîya dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî bikin; ji bo dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12’yê be, dê gavên pêwîst biavêjin û piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

Di serî de hemû şaredariyên ku şaredar û rêvebirên wan Kurd in, em bangî Şaredarên Stenbolê, Îzmirê, Mêrsînê, Edeneyê, Enqereyê, Antalyayê, Navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê heye dikin da ku dibistan, qurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin û Kurdî fêr dikin vekin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
PAK’ê bo dersa bijarte ya Kurdî li Wanê belavok belav kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *