Li gor şîrketa nêzîkî hikumetê jî dengê ‘Tifaqa Cumhur’ nagihijin ji sedî 50’ê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor encamên anketa Şîrketa lêkolînê ya BETÎMAR’ê ku wekî nêzî hikumetê tê nasîn, dengên Tifaqa Cumhur a ji AKP û MHP’ê pêk tê, di bin ji sedî 50’ê de dimîne.

Şîrketa Lêkolînê ya BETÎMAR a nêzîkî hikumetê encamên lêkolîna xwe eşkere kir.

Li gor anketê rêjeya dengên AKP’ê daketiye ji sedî 38.3’an û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku bi şîrîkatiya MHP’ê hatiye avakirin jî bûye ji sedî 43.3.

Di anketê de ji dengdêran hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemê hilbijartinên Serokkomariyê bên kirin hûn dê dengê xwe bidin berbijêrê kîjan tifaqê?

Bêyî ku kesên bê biryar li ser hevpeymaniyan bên dabeşkirin bersiv wiha ne:

Tifaqa Cumhur: %43.3.

Tifaqa Millet: %34.1

Tifaqa Ked û Demokrasiyê: %6.7

Tifaqên Din:  %1.1

Bê Biryar: %7.8

Ez Deng Nadim: %3.7

Şîrketa navborî derbarê hilbijartinên giştî de jî pirs ji beşdaran kiriye. Di anketê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemiyê hilbijartinên parlamenteriyê bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Bersiv li gor dabeşkirina kesên bê biryar li ser partiyan wiha ne:

AKP: %38.8

CHP: %22,2

ÎYÎ Partî: %12,5

HDP: %9,2

MHP: %8,5

Partiya Yenîden Refah: %2

Partiya Zafer: %1.9

Partiya Seadetê: %1.3

Partiya Memleket: %1

Partiya DEVA: %0.9

TÎP: %0.7

Partiya Gelecek: %0,3

Partiyên Din: %1.2    (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li gor şîrketa nêzîkî hikumetê jî dengê ‘Tifaqa Cumhur’ nagihijin ji sedî 50’ê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *