Li gor TUÎK’ê enflasyon ji sedî 58 e, lê ENAG dibêje ji sedî 128’e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

TUÎK’ê ragihandeye ku enflasyon salane gihiştiye ji sedî 58.94’an. Tevî vê ENAG’ê jî gotiye rêjeya enflasyonê li Tirkiyeyê salane gihiştiye ji sedî 128.05’an.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku enflasyona meha Tebaxê, bi rêjeya ji sedî 9.09 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 58.94an.

Tevî vê Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî diyar kir ku rêjeya enflasyona meha Tebaxê ji sedî 8.59 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî 128.05’an.

TUÎK’ê daneyên enflasyona meha Tebaxê eşkere kirin.

Li gorî daneyan, Tebaxê enflasyon bi qasî ji sedî 9.09 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyeyê jî ji sedî 58.94 e.

Ligel daneyên TUÎK’ê, Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyeyê ji sedî 128.05 e û ya Tebaxê jî bi rêjeya ji sedî 8.59 zêde bûye.

Bi vî awayî cara yekem e enflasyona mehane ya ku TUÎK’ê ragihand ji ya ENAG’ê bilindtir derket.

Di meha Tebaxê de li gorî meha Tîrmehê herî zêde bi rêjeya ji sedî 16.61 xerciyên veguhestinê biha bûne û herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 3.1 xerciyên perwerdehiyê biha bûne.

Di meha Tebaxê de xerciyên hemû sektoran li gorî meha Tîrmehê zêde bûne. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li gor TUÎK’ê enflasyon ji sedî 58 e, lê ENAG dibêje ji sedî 128’e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *